Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
15 sal ceza bo parlamenterê berê yê BDPê hat dayîn

15 sal ceza bo parlamenterê berê yê BDPê hat dayîn

30 Mart 2012 Cuma 14:34
Dadgehê, ji ber axaftinên wî, 15 sal ceza li endamê meclisa BDP û parlamenterê berê yê Dêrsimê, Şerafedîn Halis birî.

Dadgehê, ji ber axaftinên wî, 15 sal ceza li endamê meclisa BDP û parlamenterê berê yê Dêrsimê, Şerafedîn Halis birî.

Doza ku li dijî parlamenterê berê yê BDPê yê Dêrsimê, Şerafedîn Halis, ji ber axaftinên wî hatibû vekirin, li dadgeha Meletiyê bi dawî bû.

Dadgehê, bi hêceta ku Halis, “propagandeya PKKê kiriye”, 15 sal û 6 meh û 15 roj ceza li wî birî. Li bara vê biryara dadgehê de, Halis ji AKnewsê re diyar kir, axaftinên wî bo aştiyê bûne û wiha axivî:

“Min di axaftinên xwe de, bang li dewletê kir ku bo çareseriya pirsa kurd, digel PKK û birêz Ocalan muzakere bike, ev jî dikeve çarçoveya azadiya ramanê.”

Halis, got, dê li dijî vê biryarê serî li dadgeha temîzê bide.

AKnews
 

Diğer Haberler