Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
162 hezar dolar dît û da xwediyê wî

162 hezar dolar dît û da xwediyê wî

17 Şubat 2017 Cuma 14:48
Li Hewlêrê hemwelatiyê bi navê Mesûd Silêman Heme Emîn di marketekî de 162 hezar û 500 dolar pere dît û vegerande xwedanê wî.

Mesûd Silêman Heme Emîn endamê partiya Komela Îslamî û herwiha şofêrê taybetî yê Berdevkê Komela Îslamî Rebwar Ehmed e, roja 15ê Sibatê li marketekî li kolana Îbrahîm Ehmed, di nav naylonekî de 162 hezar û 500 dolar pere dît.

Derbarê mijarê de Mesûd Silêman Heme Emîn ji Rûdawê re ragihand; “Min fêkî kiribûn. Li gel naylona fêkiyên min xwediyê marketê naylonek din da min û got, te ev ji bîr kirine. Di nav de pere hebûn. Paşî ez vegeriyame marketê û min jimara telefona xwe danî da ku xwediyê pereyan bê û pereyê xwe bibe.”

Heme Emîn daxuyand, ku di nav naylonê de 162 hezar û 500 dolar û 250 hezar dînar hebûye. Herwiha nasnameyekî barê şaristaniyê û çend belgeyeke din jî hebûye.

Mesûd Silêman Heme Emîn herwiha got; “Dotira rojê xwediyê pereyan pêwendî ligel me danî. Nasname û belgeyên xwe jî anî bû. Bi amadebûna encûmena serkirdetiya Komela Îslamî min pere da xwediyê wî. Xwedanê pereyan jî spasiya min, malbata min û Komela Îslamî kir.”

Rûdaw

Diğer Haberler