Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
2 kolêj û 28 beş û dersên nû li zanîngehên Kurdistanê de tên vekirin

2 kolêj û 28 beş û dersên nû li zanîngehên Kurdistanê de tên vekirin

26 Temmuz 2012 Perşembe 00:19
Wezîrê xwendina bilind yê Herêma Kurdistanê, Elî Seîd, diyar kir, bo ku xwendekarên zêde bên wergirtin, li zanîngehên herêmê 2 kolêjên nû û 28 dersên zanistî dê bên vekirin.

Elî Seîd, ji AKnewsê re got, bo ku em bikarin xwendekarên zêde wergirin, dê hinek kolêj nû û beş û dersên nû li zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bên vekirin. 

Seîd, diyar kir, biryar hatiye dayîn îsal 2 kolêjê nû û 28 beş û derên zanistî li hemû zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bên vekirin û dê bi hezaran xwendekar bên wergirtin. 

Rêvebirê karûbarê xwendekaran li wezareta xwendina bilind, Mihemed Sabîr, ji AKnewsê re got, beşên nû dê li gorî pêwîstî û mercên her deverekî bên vekirin û wiha da zanîn:

Beşên nû yên hatine vekirin, wiha ne: beşa civaknasî li kolêja Adab ya zanîngeha Soran, beşa kîmya li kolêja Zanist ya zanîngeha Soran, beşên rêvebiriya kereste, berhemên ajel, çêkirina avahî, teknîka endazyariyê û jêderên ajel li peymangeha teknîka Hewlêrê, her wiha beşa baxçe li zanîngeha Raperîn û beşa çandiniyê li zanîngeha Silêmaniyê. 

Sabîr, wiha domand: li kolêja perwerde ya Şeqlawe ya ser bi zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê jî, beşên erebî, fîzîk, kurdî, zîndewernasî vedibin û li zanîngeha Duhokê jî, beşên berhemên kêlgehî ser bi kolêja Çandin û şêwekarî ser bi zanistên mirovî tên vekirin. Her wiha, beşa matematîk û komputer li zanîngeha zanist û perwerde ya Akrê, beşa înglîzî û kurdî jî li wir vedibe, li zanîngeha Raperînê jî, beşa biyolojî û li zanîngeha Zaxo jî beşa derûnî (psîkolojî) tên vekirin. 

Her wiha bo cara yekê biryar hat dayîn, li kolêja perwerde ya bajarokê Mexmûrê, beşên zimanê erebî û kurdî bê vekirin, her wiha li zanîngeha Duhokê jî beşa skola saxlemiyê bê vekirin, li zanîngeha Hewlêrê jî beşa pîriktiyê tê vekirin. 

AKnews 

Diğer Haberler