Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
25emên salvegera kîmyabaran û enfalê bi niştimanî tê kirin

25emên salvegera kîmyabaran û enfalê bi niştimanî tê kirin

13 Ağustos 2012 Pazartesi 05:39
Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand ku ew 25emên salvegera kîmyabaran û enfalê bi çalakiyeke mezin rêwresmeke niştimanî dikin.

Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan Aram Ehmed di daxuyaniyeke rojnamegerî de ragihand ku  25emên salvegera kîmyabaran û enfalê li ba wan bîranîneke mezin e, lewma bi çalakiyeke mezin û rêwresmeke niştimanî wê bi bîr tînin û divê her takekî kurd rola xwe di vê yadeweriyê de hebe.

Aram Ehmed diyar kir ku wan bayex û giringîdan bi kesûkarên şehîdan zêde kiriye û ji bo vê yekê gelek yasa tên veguhertin.

Sala 1988an rejîma Baas a Iraqê operasyoneke mezin amade kir û li ser sê qonaxan dabeş kir û komkujiyeke mezin li ser Kurdên Iraqê pêk hêna. Di van êrişên ku wek bi Enfalê hatin binavkirin, 182 hezar Kurd hatin kuştin û 4.500 gund û bajarokên Kurdistanê  wêran bûn. Enfalê 23yê Sibata 1988an dest pê kir û di 26ê tebaxa 1988ê de bi dawî bû.(AKnews)

Diğer Haberler