Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
495 SCS: Em ê Bibêjin Erê

495 SCS: Em ê Bibêjin Erê

17 Ağustos 2010 Salı 17:05
495 Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) li ber Girtîgeha Diyarbekirê banga "Erê" kir.
495 Saziyên Civakî yên Sivîl (SCS) li ber Girtîgeha Diyarbekirê ku ji ber îşkenceyên di dema derbeya 12'ê Îlonê de, wekî sembola derbeyê tê dîtin, banga "Erê" kir.

Di daxuyaniya Platforma Hevgirtina Sivîl û Saziya Pira Dilan ku ji 495 saziyên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê pêk tê de, Cuma Îçten li ser navê komê axivî û got ku pakêta pêşkêşî referandumê tê kirin ji bo pêşketina demokrasiyê baş e.

Îçten ku got, "Pirsgirêka kurd Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Diyarbekirê ya 12'ê Îlonê ye", wiha dewam kir:

"Eger em bibêjin pêşîvekirina demorkatîk, divê em ji Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbekirê hesabê bipirsin. Em dizanin ku li vê girtîgehê 25 cureyên îşkenceyê hatin kirin. Niha yên îdia dikin ev tişt pêk nehatine hene? Bila kerem bikin û werin vê derê."

Îçten anî ziman ku ew ê ji bo yên li Diyarbekirê îşkence dîtine û xizmên wan di referandumê de bibêjin "erê", wiha got:

"Di rika yên ji bo ji îşkenceyê re bêjin na xwe şewitandine, em ê ji pakêtê re bêjin erê. Em ê ji bo hemû kesên ji ber kokên xwe yên etnîkî îşkence dîtine ji pakêtê re bibêjin erê. Em ê ji pakêta ku yên gundên me şewitandine dê dengê 'na'yê bidinê re bibêjin 'erê'."

Piştî Îçten, Serokê Tevgera Erdema Mirovî Ahmet Ay, daxuyaniya çapemeniyê bi zaravayên kurdî kurmancî û zazakî (dimilî) xwend û banga "erê" kir.

Piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, li Girtîgeha Diyarbekirê bernameyeke îşkenceyê ya sîstematîk ku li cîhan mînakên wê pir tune ne hatibû sepandin. Gelek girtî ji ber îşkenceyê miribûn an jî seqet mabûn.

AKnews

Diğer Haberler