Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
55 sal cezayê girtîgehê bo Leyla Zana tê xwestin

55 sal cezayê girtîgehê bo Leyla Zana tê xwestin

13 Nisan 2012 Cuma 11:51
Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê parlamentera kurd Leyla Zana de, ji ber axaftinên wê 55 sal cezayê girtîgehê xwest.

Diyarbekir – Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê parlamentera kurd Leyla Zana de, ji ber axaftinên wê 55 sal cezayê girtîgehê xwest.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, li ser biryara xirakirinê ya Dadgeha Bilind, dosyaya parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana ji nû ve dît. Di rûniştinê de parêzerên Zana Fethî Gumuş û Mehmet Emîn Aktar amade bûn. Doz li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hate dîtin.

Dozgerê komarê di rûniştinê de diyar kir ku ji 2008’an ve, Leyla Zana di axaftinên xwe yên xwepêşandan, civîn û daxuyaniyên çapameniyê de “digel ku ne endama rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye”.

Dozger destnîşan kir ku Zana di axaftinên xwe de PKK’ê weke rêxistina terorê nabîne û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî weke “Serokê Gelê Kurd” bi nav kiriye.

Dozgeriyê bi hinceta ku Leyla Zana “propagandaya rêxistinê kiriye” û angaşta “endamtiya rêxistinê” bi giştî 55 sal cezayê girtîgehê xwest.

Rûniştina Zana, hate taloqkirin.

md AKnews
 

Diğer Haberler