Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
60 kesên din li Sûriya hatine kuştin

60 kesên din li Sûriya hatine kuştin

30 Mart 2012 Cuma 14:26
Di encama êrişên hêzên artêş û ewlekariya Sûriya bo ser çend bajar û bajarokan de, 60 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Himsê bûn.

30 Adar – Di encama êrişên hêzên artêş û ewlekariya Sûriya bo ser çend bajar û bajarokan de, 60 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Himsê bûn.

Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya li ser rûpela xwe li ser Facebookê belav kiriye ku duhî, 60 kes li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Li gorî komîteyan, di nav kuştiyan de 6 zarok û 4 jin hene, her wiha 6 kes ji wan di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Komîteyan aşkere kir ku duhî, 19 kes li parêzgeha Himsê, 13 li navçeyên Dûma, Qetena, Zebedanî û Heresta li derdora Dîmeşqê, 11 li Idlibê, 6 li Dera, 4 li Helebê û 3 li Dêrezor û Hemayê jî hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku heta niha bêtirî 9 hezar kes li Sûriya hatine kuştin, lê çalakvan tekîd dikin ku nêzîkî 12 hezar kes ji destpêka xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed ve hatine kuştin.

(AKnews)

Diğer Haberler