Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
78 kes duhî li Sûriya hatine kuştin

78 kes duhî li Sûriya hatine kuştin

06 Nisan 2012 Cuma 11:38
“Tora Sûriya ya Mafên Mirov” ragihand ku duhî 78 kes li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên artêş û ewlekariyê hatine kuştin.

6 Nîsan  – “Tora Sûriya ya Mafên Mirov” ragihand ku duhî 78 kes li çend navçeyên Sûriya bi guleyên hêzên artêş û ewlekariyê hatine kuştin.

Rûpela “Sham” ya li ser malpera Facebookê belav kiriye ku Tora Sûriya ya Mafên Mirov navên 78 kesan li ba xwe tomar kiriye ku duhî li Sûriya hatine kuştin û piranya wan li bajarê Himsê bûn.

Li gorî amarên wê torê, di nav kuştiyan de 5 zarok, 3 jin, 2 kal û 2 polîsên ku ji hêzên rejîmê cuda bûne hene.

Tora Sûriya amaje kir ku 13 li parêzgeha Idlib, 33 li Hims, 11 li navçeyên derdora Dîmeşqê, 6 li Hema, yek li Deraa û 4 li Helebê hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku bêtirî 9 hezar kes ji dema destpêkirina xwepêşandanên ku daxwaza hilweşandina rejîma Beşar Esed dikin hatine kuştin.

Lê çalakvan tekîd dikin ku hejmara kuştiyan bêtirî 12 hezar kes e.

(AKnews)

Diğer Haberler