Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Abdurrehman Kurt: Tirkiye qet nebûye dewleta kurdan

Abdurrehman Kurt: Tirkiye qet nebûye dewleta kurdan

05 Aralık 2012 Çarşamba 02:17
Abdurrehman Kurt, hişyarî da ku heke rewş wiha bidome, “îhtîmala veqetîna” kurdan ji Tirkiyê heye.

Kevneparlamenterê AKPê yê Amedê Abdurrehman Kurt, nerazîbûna xwe li hember hewlên hilweşandina parêzbendiya  parlamenterên BDPê  nîşan da û got, “Siyaseta Tirkiyê li hember kurdan mîna siyaseta Ewrûpayê ya li hember Tirkiyê ye. Ji ber ku heta niha dewleta Tirkiyê wek dewleteke tirk nêzîkî kurdan bûye û nebûye dewleta hemû Tirkiyê.”

Parlamenterê berê yê Amedê û endamê Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP), Abdurrehman Kurt, beşdarî bernameya televîzyona CNN Turk ya bi navê “360 Derece” bû û bersiva pirsên rojnamevan Şîrîn Payzin da.

Kurt, li hemberî hewlên hilweşandina parêzbendiya 9 parlamenterên BDPê û parlamentera serbixwe ya Wanê, Aysel Tûglûk ya bi hêceta hevdîtina bi gerîlayên PKKê re, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku şêwazên wiha arîşeyan çareser nakin.

Abdurrehman Kurt, rexne li siyaseta partiya xwe ya li hemberî pirsa kurd li Tirkiyê jî girt û wiha got: “Ewrûpa çawa nêzîkî Tirkiyê dibe, Tirkiye jî wisa nêzî kurdan dibe. Ji ber ku heta niha dewleta Tirkiyê wek dewletek tirk nêzîkî kurdan bûye û nebûye dewleta hemû Tirkiyê.”

Kurt, di dawiyê de hişyarî da ku heke rewş wiha bidome, “îhtîmala veqetîna” kurdan ji Tirkiyê heye, ji ber ku dewlet dema behsa tirkên Qibris, Bulgaristan û Kerkûkê dike, kurdên Amed, Kurdistana Iraqê yan Kurdistana Sûriyê nabîne.(Rûdaw)

Diğer Haberler