Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ahmet Turk Behsa Gotinê Ocalan Kir

Ahmet Turk Behsa Gotinê Ocalan Kir

11 Ocak 2013 Cuma 15:02
“Ocalan got ‘dema pêvajoya aştiya Tirk û Kurdan dest pê bike, dibe ku hin bûyêrên neyînî pêk bên û hin kes pêvajoyê asteng bikin”

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoya aştiyê pêş bixe bi biryar e û  xwediyê hêz û vînê ye. Turk, da zanîn ku lazim e êdi ev firset neyê windakirin û her kes ji bo pêşketina aştiyek mayinde piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, der barê hevdîtina li Îmraliyê û geşedanên dawî de li hemberî bernameya "Tarafsız Bolge" ya CNN'êbû. Turk, diyar kir ku wan berê daxwazên xwe yên hevdîtinê ji Wezîrê Dadê re ragihandine û wiha got: "Piştî ku Wezîrê Dadê ev daxwaz erêkir, ez û Birêz Ayla Akat Ata bidestûra Wezîrê Dadê çûnÎmraliyê. " Turk, destnîşan kir ku çûyîna Îmraliyê destpêkek e û anî ziman ku hevdîtina wan a bi Ocalan re, nêzî 2 saetan dewam kiriye.

‘Ocalan Derbarê Çarêserkirina Mijara Kurd De Net e’

Turk ragihand ku Musteşarê MÎT’ê  Hakan Fîdan di hevdîtina wan de tunebûye û wiha pê de çû: “Li ser navê dewletê 1-2 kes car caran hatin û tevlî dîtinê bûn. Min dît ku Birêz Ocalan teqez biryardar e. Dirêj dirêj li ser girîngî û pêdiviya aştiyê axivî. Bi awayekî biryar li ser daxwaza gel a aştiyê rawestiya. Birêz Ocalan diyar kir ku hewldana wî ya ji bo aştiyê heye û ji bo ku ev hewldan pêk bê jî, divê dewlet jî gavên erênî bavêje. Me bêtir xwest wî guhdarî bikin. Ji ber ku em der barê pêvajoyê de ne xwedî agahîbûn. Me xwest çavdêriya pêvajoyê bikin. Me xwest em nêrîn û fikrên wî û geşedanên wir fêmbikin. Dema em çûn, em ne xwedî agahîbûn. Beriya em biçin Îmraliyê,  têkiliyên me bi Fîdan re pêknehatin.”

 'Înkara Kurdan Didome'

 Turk, li ser helwesta dewlet û hikûmetê jî wiha axivî: "Înkara Kurdan û polîtîkayên tunebûna kurdan nehat guhertin. Di vê pêvajoyê de êdî ne gengaz e mafê gelê Kurd bê înkarkirin. Mijara me ne çek û bikaranîna çekan e. Muhatabê vê yekê Birêz Ocalan û aliyên din in. Lê mijara sereke ne ev e. Raste ku Birêz Ocalan xwedî tecrûbe ye. Lê nizane li meclîsê bi kurayî çi pêş dikeve. Em niha di destpêka pêvajoyê de ne. Hêj nû pêvajo dest pê dikin. Em nikarin bêjin diyalog û muzakere dest pê kirine. Me di serî de got kilît û çareserî li Îmraliyê ye. Em nûnerên gel ên dînamîk in. Li tu derê cîhanê Rêberek nikare bi serê xwe biryarê bide. Divê bi hevalê xwe û gelê xwe re jî bişêwire. Dema Birêz Mandela jî biryar da bi hevalê xwe û gelê xwe re parve kir. Divê Birêz Ocalan jî bi hevalê xwe re parve bike û bi hev re biryarê bidin.”

 KonseyaAştiyê

Ahmet Turk got:“Nêrîna Birêz Ocalan ew e ku pêwîst e Konseya Aştiyê û Mirovên Aqilmend bê avakirin û ev heyet hevdîtinan pêkbîne,  di navbera aliyan de hevdîtinan bikin. Divê em vê vînê derxin holê û di navbera civaka Kurd û Tirk de yekîtiyê xurt bikin.”

 Divê Kurd Xwediyê Heman Mafan Bin

Turk, li ser pirsa “Divê pêvajoyê de dê têkiliya Ocalan û Qandîlê pêk bê?”, ev bersiv da: “Ev ne karê me ye. Ger ku hûn bixwazin pirsgirekek pir mezin çareserbikin, wê demê divê bi perspektîfek gelek mezin lê binêrin. Divê pir sist be. Dibêjin çekan berdin. Lê çima berdin, çawa berdin, nîqaş nekirin. Formulê wê niqaş nekirin.  Berdana çekan pêvajoyek e. Di demekê de çek nayên berdan. Ger ku şert û merc bên amadekirin û lihevhatin dê pêk bê. Divê di makeqanûnê de bê gotin ku hemû kes welatiyê Tirkiyeyê ne û xwedî heman mafan in."

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler