Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ahmet Turk naçe Îmraliyê

Ahmet Turk naçe Îmraliyê

23 Ocak 2013 Çarşamba 11:27
Destûra ji bo çûyîna Îmraliyê ya Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û heyeta pê re, nehat dayîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, daxwaza ji bo hevdîtina ku dê vê heftiyê li Îmraliyê pêk bihata, ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye redkirin. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk dê biçûna Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkirana. Çav li rê bû ku hevdîtin îro pêk bê.

Merasîma cenaze ya ji bo 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Amedê bi tevlîbûna sedhezaran hatibû lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk di vê merasîmê de axivîbû û ji ber operasyonên leşkerî yên li bakûrê Kurdistanê berdewam dikin, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kiribû. Hate îdîakirin ku sedema vê axaftinê serlêdana ji bo çûyîna Turk û Demîrtaş a Îmraliyê hatiye redkirin. Hat hînbûn ku Hevserokên BDP’ê û KCD’ê bi îsrara xwe ya ji bo çûyîna Îmraliyê jî, hikûmetê bêzar kirine. Di kûlîsan de tê gotin ku ev nêzikatî wekî xwe ferzkirin û bazarkirin hatiye nirxandin û bûye sedema nerazîbûnan.(Rûdaw)

Diğer Haberler