Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Akademiya Kurdî konferansa Kurdolojiya saz dike

Akademiya Kurdî konferansa Kurdolojiya saz dike

27 Mayıs 2012 Pazar 03:47
Serokê Akademiya Kurdî ragihand ku ew amadekariyên xwe dikin ku li dawiya îsal de konferanseke mezin ya cîhanî li bajarê Hewlêrê saz bikin.

Serokê Akademiya Kurdî Dr. Nûrî Talebanî ji AKnewsê re ragihand, “Yek ji projeyên Akademiya Kurdî yên îsal, sazkirina konferanseke mezin ji bo kurdnasên kurd û biyanî ku li ser dîrok, wêje, cografiya, siyaset, aborî û hunera kurdî vekolîn û pertûk nivîsîne.” Talebanî wiha axaftina xwe domand, “Kurdnasê biyanî heye 30-40 sal e li ser mêjûya kurd û Kurdistanê dinivîse û dikole, kombûna wan li Hewlêrê helkefteke baş e ji bo Kurdistanê û bi taybet niha ku navçe di qonaxeke hestyar re derbaz dibe.” Serokê Akademiya Kurdî diyar kir ku ew ê hemû babet û vekolînên di konferansê de bihêne pêşkêşkirin bi her du zimanan kurdî û înglîzî çap û belav bikin. Akademiya Kurdî berdewamiya “Korî Zimanî Kurdî” ye ku di sala 1970î li Bexdayê hate damezrandin û di sala 1997ê de navê wê ew dezgeha zanistî bi navê “Korî Zimanî Kurdistan” dîsa hate damezrandin û sala 2007ê navê wê bû Akademiya Kurdî. Akademiya Kurdî kar bo parastin û pêşdebirina zimanê kurdî dike û hewl dide kêşeyên wî çareser bike û bi taybet kêşeyên di warê xwendin û perwerde de. (AKnews)

Diğer Haberler