Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
AKPê ji BDPê re behsa projeya xwe kir

AKPê ji BDPê re behsa projeya xwe kir

18 Haziran 2012 Pazartesi 22:13
Bi nêzikatiya hilbijartinên herêmî û zêdebûna çalakiyên PKK'ê re hevtîtinên hin derdorên di nava AKP'ê de ji bo pirsa kurd zêde bûn.

Bi nêzikatiya hilbijartinên herêmî û zêdebûna çalakiyên PKK'ê re hevtîtinên hin derdorên di nava AKP'ê de ji bo pirsa kurd zêde bûn. Piştî polîtîkayên "pêşîvekirina kurd" bê emcam man, hikûmeta AKP'ê dest bi xebatên xwe yên veşartî kir. Beriya çend rojan li ser fermana Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, parlamentekî AKP'ê derbarê pirsa kurd rapora ku amade kiribûn bi BDP'ê re parve kir. Parlamenterekî BDPê ji Rûdawê re diyar kir ku di van rojane de ti hevdîtin navbera me û AKPê de çênebûne.

Piştî gotinên Serokomar Abdullah Gul ên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de yên wekî "Wê tiştên baş çêbin", hikûmeta AKP'ê berê got "Pêşîvekirina kurd", piştre jî got "pêşîvekirina demokratî", "projeya biratiyê û yekitiya mîllî" stratejiyek nû xiste dewrê. Piştî bi gotinên nerm li ser civakê hewayek daye afirandin, di bin serokatiya Beşîr Atalay de bi saziyên sivîl, komele û hin beşên civakê re hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtinan tu tiştekî ku gel îqna bike derneket holê û vê jî pêşveçûna pêvajoyê bi zelalî raxiste ber çavan. Piştre jî di bin navê operasyonên KCK'ê de konsepteke "tasfiyeyê" hate destpêkirin. Protokolên ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatin îmzekirin, yekê wê jî nekete qada jiyanê, komên aştiyên ku di Deriyê Xabûrê re ketin welat hemû hatin girtin, hevdîtinên Osloyê qut bûn û vê jî mohra xwe di sala 2009'an da.

Lêgerînên nû

Piştî dema "pêşîvekirina kurd" bi dawî bû, tecrîda Ocalan hat kurkirin û PKK'ê lez da çalakiyên xwe, bi nêzîkatiya hilbijartinên herêmî û nîqaşên li ser sîstema serokatiyê re, Serokwezîr Erdogan jî gelekî kete nava zehmetiyan. Erdogan xwest vê tengasiyê bi hevdîtina bi CHP'ê re bişkêne, ji hêleke din ve jî kesên ku di nava partiya wî de cih digirin û hê nahatine deşîfrekirin, xiste dewrê û bi destê van parlamenteran xwe starta projeya xwe ya nû pêk bîne. Li gorî agahiyan, projeyeyeke ji çend gavan pêk tê, lingên wê yên bingehîn jî rêveberên herêmê ne, dixwazin li herêmê bikin melyetê. Di projeyê de, ji waliyên herêmê yên ku ji hêla gelên herêm ve tên hilbijartin bigire, aboriya herêmê û binerdiyên herêmê yên ku bi awayekî parveker cihê xwe têde digire. Di projeyê de hat destnîşan kirin ku operasyonên KCK'ê li hemberî projeyê wekî astengiyekî cihê xwe digire. Hat hînbûn ku di raporê de hatiye destnîşankirin di dema çareseriyê de operasyonê bi vî şeklî bi hevre meşandin wê gelekî tengasiyan jî bi xwe re derxe. Hat diyar kirin ku bi raporê re dê pêvajoya ku xetimiye jî bi xwe re veke.

'Rapor dê bibe proje'

Di çavçoveya projeyê de hat hinbûn ku parlamenterekî AKP'ê bi awayekî veşartî bi parlamenterekî BDP'ê yên di asta wekîltiya komê re hevdîtinek kiriye. Li gorî agahiyan, rapora ku hatiye amadekirin wê naveroka wê hê bêhtir bê firehkirin. Li gorî agahiyên ku parlamenterekî AKP'ê daye, gavên ku BDP jî bavêje û nêzikatiya wê dê bên pîvan. Rapora ku hatiye amade kirin, wê di demên pêş de pêşniyarê Serokwezîr Erdogan jî bê kirin û wê piştre jî ji bo rapor bibe proje dê xebat bên meşandin. Hat hinbûn ku di rapora hatiye amadekirin de, pêjniyarên ji bo rewşa Abdullah Ocalan jî cihê xwe digirin. Herî dawî tê îdiakirin guftûgoyên ji bo "girtîgeha malê" jî di projeyê de hene.

Parlamentera BDPê ya Stenbolê Sebahet Tuncel derbarê îdiaya ku parlamenterkî AKPê yê kurd ligel BDPê rûniştiye, ji Rûdawê re got: “Min jî tiştek wisa ji çapemeniyê xwendiye û ez bawer nakim tiştekî wisa çêbûyîbe. Ji ber di van rojan de ti hevdîtin navbera me û AKPê de çênebûne. Tenê şandên destûra bingehîn ligel partiyan rûniştine û di vê çarçoveyê de serdana BDPê jî kirine.”

Diğer Haberler