Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Altan Tan: Ez ji Ataturk hes nakim

Altan Tan: Ez ji Ataturk hes nakim

18 Ekim 2012 Perşembe 21:57
Di komisyona meclisa Tirkiyê de, Altan Tan got, herkes ne mecbûr e ji Ataturk hes bike.

Komisyona Karên Navxweyî a meclîsê li ser mijara bilindkirina 13 bajaran bajarê mezin kom bû. Di komisyonê de, axaftina parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li komisyonê tansiyon bilind kir. Endamên komisyonê yên MHPê, acizî nîşanî axaftina Onder da.

Di komisyonê de gotinên Parlementerê BDPê yê Amedê Altan Tan mora xwe li rojê xist. Parlementer Tan, li ser mijara dihat niqaşkirin diyar kir, got, "Herkes ne mecbûr e ji Ataturk hez bike. Li hemberî Ataturk hezkirineke min tine ye. Ti kes nikare heqaretê li wî bike lê hezkirin tiştekî din e. Ez bi xwe ji Ataturk hez nakim."

Li ser van gotinên Tan, parlementerên MHPê gotin, "Madem hûn ji Ataturk hez nakin, hûn çima li meclîsê dimînin."

Di vê navberê de, wezîrê karên navxweyî Îdris Naim şahin got,"Axêverên berî we hîn bi dengekî nizm diaxifîn." Onder, li ser vê bertek nîşana Şahin da, dengê xwe bilind kir û got, "Ez ne kesek im ku terbiya axaftinê ji te bigrim, herin pozbilindiya xwe li dereke din nîşan bidin."

Diğer Haberler