Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Altan Tan: Projeyên hikûmetê nîne, PKK’ê dê çawa çekan deyne?

Altan Tan: Projeyên hikûmetê nîne, PKK’ê dê çawa çekan deyne?

20 Haziran 2012 Çarşamba 16:57
Altan Tan nîqaşên piştî êrîşa Oremarê pêş ketin yên wekî; "bila PKK dev ji çekan deyne" nirxand û got; "PKK dê çekan çawa deyne kû derê? Hikûmetê tu projeyên xwe nîn in.”

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand li ser binpêkirina mafên mirovan û banga; "Wezîrê Dadê li şûna ku îstifa bike, mizgîniya ku dê girtîgehên nû çêbikin da. Di jiyana xwe de tene yek carê jî be tiştekê rast bikin û îstîfa bikin" kir. Endamê Serokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Altan Tan nîqaşên piştî êrîşa Oremarê pêş ketin yên wekî; "bila PKK dev ji çekan deyne" nirxand û got; "PKK dê çekan çawa deyne kû derê? Hikûmetê tu projeyên xwe nîn in.” Rêxistina BDP'ya bajêr jî der heqê girtîgehan de daxuyanî da û got; "Erdogan agirê li zîndanan bilind bûyî dê te jî bişewitîne."

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ya Kongreya Civaka Demokratîk li ser serhildana girtîgeha Tîpa E'ya Rihayê, mirina 13 girtiyan û binpêkirina mafên mirovan li avahiya xwe ya xebatê civîna çapemeniyê lidar xist. Tevî endamên komîsyona mafên mirovan, endamên Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk Altan Tan û Edîp Yaşar jî beşdarî civînan bû.

Endamê komîsyonê û Serokê ESP'ya Amedê Ramazan Karaya daxuyanî da û bal kişand li ser 13 kesên li girtîgeha Tîpa E'ya Rihayê bi şewatê jiyana xwe ji dest da û got; "Vê bûyerê wehşeta li girtîgehan tê jiyîn û wehşeta dewlet di nav çar dîwaran de pêk tîne dîsa bibîr xist. Ne tenê li Rihayê li hemû girtîgehan pêkanînên nemirovîn pêş ketine. Şert û mercên li girtîgehan girtî anîn asteke bi vî awayî. Destpêkê li girtîgeha Rihayê, piştre li girtîgehên Dîlok, Edene, Osmaniye û Karamanê serhildan derket. Ev serhildan nîşaneya serhildanên nû ye."

'KUŞTINÊN LI AMED, ULUCANLAR Û UMRANIYEYÊ JÎ VÊ DEWLETÊ KIR'

Karakaya diyar kir ku dewlet ji bo girtiyan mirinê rewa dibîne û wiha axivî: "Komkujiyên 12'yê îlonê yên li girtîgehan pêk hatî, îşkence û wehşeta wê demê hê di hişên me de ye. Tiştên niha tên jiyîn ji wehşeta wê demê girantir e. Di sala 1996'an de girtîgeha Amedê, dîsa komkujiyên li girtîgehên Ulucanlar û Umraniyeyê di 19'yê Kanûna 2000'an de komkujiya wekî; 'vegera jiyanê' tê binavkirin karê vê dewletê bû. Par 5 girtiyên di rînga ku ber bi Kayseriyê ve diçû de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Baş e berpirsên van komkujiyan hatin cezakirin? Na. Niha jî heman rewş heye. 1'emîn midûrê girtîgeha Rihayê hat xelatkirin û wekî midûrê Samsunê hat erkdarkirin. Maye ku diviya ev midûr ji kar hatiba dûrxistin."

'WEZÎRÊ EDALETÊ MIZGINIYA GIRTÎGEHEKE NÛ DIDE'

Karakaya bal kişand li ser hejmara zêde ya li girtîgehan û got; "Li girtîgeha Rihayê ku 13 girtiyan lê jiyana xwe jidest dan, xwedî kapasîteya 225 e. lê bi hûcreyên ku li hewşê hatiye çêkirin re ev kapasîte derxistine 400'an. Mixabin li cihê ku divê 400 kes lê bimînin 1200 kes lê tên girtin. Li koguşa jinan a girtîgeha Mêrdînê li şûna ku divê 18 kes lê bimînin 60 kes lê dimînin. Ev tablo nîşan dide ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan." Karakaya anî ziman ku Wezîrê Edaletê li şûna ku berpirsyariya vê komkujiyê hilgire ser milên xwe û bi awayeke birûmet îstîfa bike, mizgîniya girtîgehên nû dide. Serokwezîr Erdogan jî girêdana vê serhildanê bi rêxistinê ve girê dide û hewl dide ku bûyerê terorîze bike. Erdogan hê hisaba komkujiya Roboskiyê jî nedaye."

'KOMKUJIYA LI GIRTÎGEHA RIHA Û YA ROBOSKIYÊ HEMAN TIŞT IN'

Karakaya destnîşan kir ku komkujiya li girtîgeha Rihayê û komkujiya Roboskiyê heman tişte û wiha pê de çû: "Îxtîdara AKP'ê ji xwînê têr nabe. Bi hezaran mirovên mazlum ên hemû mafê jiyana wan û ewlehiya wan ketiye destê dewletê qadî Mehmet Agar jî nirxê nabînin. Ji bo Agar girtîgehek hat valakirin. Parêzerê wî jî li gel wî ne. Dewleta ku li ber perava deryayê girtîgehek ji bo Agar amade kirî girtiyên din dixe nava hûcreyên biçûk ên nikarin bêhn bidin û bistînin jî. Ji hêla din ve jî li hemberî birêz Ocalan pêkanînên xwe yên der-mirovîn pêk tîne û ev 11 meh in xistiye bin tecrîdeke giran de. Di nava 10 salên dawiyê de 711 kesan jiyana xwe jidest dan. Girtî û hikûmxwarên nexweş nayên tedawîkirin û terkî mirinê dikin. Niha li girtîgehan 500 girtî di sînora mirinê de ne. Hemû girtîgeh sê qat li ser kapasîteyên xwe de hatine tijîkirin."

TAN: TENÊ CAREKÊ TIŞTEKÎ BAŞ BIKIN ÎSTÎFA BIKIN

Karakaya, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin girtina ku roj bi roj zêde dibe û tijebûna rêjeya girtîgehan e. Karakaya, da zanîn ku girtî dixwazin muameleya mirovahiyê bibînin û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û wiha got: "Bila Wezirê Dadê carekê tenê di jiyana xwe tiştekî baş bike û îstifa bike. Wekî komkujiya li Roboskiyê pêkanînên li girtîgehê jî komkujî ye. Ew jî sûcê mirovahiyê ye. Em dê her tim komkujiya 19'ê kanûnê komkujiya Zindana Amedê, komkujiya Roboskî û komkujiya 16'e heziranê ya Girtîgeha Rihayê em dê her tim bipirsin û bibîra we bixin. Hûn dê teqez hesabê vê yekê bidin."

'GIRTÎGEHÊN NÛ NE ÇARESERÎ NE'

Pişt re endamê Dîwana KCD'ê Altan Tan, daxuyaniya Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn nirxand û wiha got: "Vekirina girtîgehên nû ne çareserî ye. PKK dê çeka xwe teslîmî kê bike? Li Tirkiyeyê 30 salin heman dîmen dubare dibe. Zivistana borî dewletê got ez operasyonan nakim. Lê li gel vê yekê li Bedlîsê 15 gerillayên jin bi komî hatin qetilkirin. Bê navber operasyonan berdewam kir. Me gelek caran li van tîmenan temaşe kir. 30 salin hûn dibêjin em dê serê wan jê kin. Koka wan bikolin. Bila çekên xwe çi bikin jê. Temam Bila PKK çekên xwe berde, lê bila li Hewlerê bifiroşe? Bila teslîmî kê bike? Piştî teslim kir û şûnde bila biçe ku? Bila bê xabûrê û bêje 'Ez tirk im, rastim ez pir kêfxweş im ku tirk im'? Bila teslîmî dewletê bibe çi bike? Mixabin tu projeyên hikûmete tune.

ZUMRUT: ERDOGAN JÎ DÊ DI AGIRÊ ZINDANAN DE BIŞEWITE

Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê nûnerên TUHAD-FED, TUHAD-DER û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Ey Erdogan tu jî dê di agirê zindanê de bişewite" vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, axivî û wiha got: "Berpirsiyarê komkujiya li girtîgehê hikûmet û Erdogan e. Polîtîkayên hikûmetê yên înkar û îmhayê her roj rê li pêşiya kuştinên nû vedike.

Zumrut, destnişan kir ku hikûmeta AKP'e hemû kesên dijber digire û davê girtîgehan û wiha got: "Li Tirkiyeye li gorî meha Adarê 125 hezar zilam û 5 pezar jin û 2 hezar zarok bi tevahî 132 hezar û 369 girtî hene. Li odeyan 3 qat girtî dimînin. Em bang li hemû kesên ku mirovahiyê diparêzin dikin û dixwazin mi hemberî vê yekê bi hestewar tev bigerin." ANF

Diğer Haberler