Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Amed bi bihara azadiya Dihokê şad dibe’

'Amed bi bihara azadiya Dihokê şad dibe’

27 Ağustos 2012 Pazartesi 16:01
Serokatiya Şaredariya Dihokê, bi dirûşmeya "Amed bi bihara azadiya Dihokê şad dibe", li Dihokê 'Rojên Nasandina Amedê Li Dihokê' li dar dixe. Bername di navbera rojên 29-31'ê tebaxê de pêk tê.

Serokatiya Şaredariya Dihokê ya girêdayî Wezareta Şaredarî û Geştûgûzarê, bi dirûşma "Amed bi bihara azadiya Dihokê şad dibe" bi sponsoriya Parezgarê Dihokê Temer Remezan, li Dihokê 'Rojên Nasandina Amedê Li Dihokê' li dar dixe. Bername di navbera rojên 29-31'ê tebaxê de pêk tê. Sazî û dezgehên wekî; Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî û Werzişî û Lawan li Dihokê, Yekîtiya Nivîserên Kurd/Dihokê, Sendîkaya Hunermendan, Sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Yekîtiya Avahîsazan û Encûmenên Parêzgeha Dihokê ya Yekîtiya Jinan di nav organîzasyonê de cih digirin.

'Em dixwazin têkiliya şaredariyan, bikin têkiliya nav gelan jî'

Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş pirsên Rûdawê, yên derbarê mîhrîcanê de bersivand. Demirbaş, da zanîn ku dê Şaredarê bajarê Çanakkale ya Tirkiyê Ulgur Gokhan û Şaredara Ramallah a Filîstînê Janet Michael jî tevlî mîhrîcanê bibin. Demirbaş da zanîn ku ev cara yekem e bernameyek wiha tê lidarxistin û armanca wê wiha nirxand: "Em dixwazin têkiliya şaredariyan, bikin têkiliya nav gelan jî. Hûn dizanin rêveberiyên herêmî, herî nêzikî gel in. Gava ew nêzikahiyên xwe zêde bikin, gel jî nêzikahiya xwe zêde dikin. Di navbera Amed û Dihokê de, heta niha sînor hatibûn avakirin. Dil parçe bûbûn, mêjî parçe bûbûn. Em dixwazin êdî vê parçebûnê ji holê rakin."

'Em dixwazin parçebûnê ji holê rakin'

Demirbaş ragihand ku şaredariyên Amedê, sazî û rêxistinên Amedê ji karsaz heta nivîskaran, çandî, hunerî û spor, Şaredariyên Çanakkale û Ramallahê jî dê tevlî mîhrîcanê bibin û wiha got: "Armanca me ew e ku bi vê nêzikahiyê, çand û hunerên gelan jî hevdu nas bikin û têkiliya gel di warê aborî, civakî, spor, çandî û zanyarî de jî nêzîk be." Demirbaş da zanîn ku dixwazin li Amedê jî Rojên Dihokê çêkin, amadekariyên wan hene, lê dema wê hê ne diyar e. Demirbaş ev tişt gotin: "Em dixwazin gelê kurd, gelê tirk, gelên Rojhilata Navîn, biratî, yekîtî û azadiya xwe bipêş bixin. Pirnasnameyî, pirolî, pirzimanî û pirçandî bipêş bixin, aşîtiyeke bi rûmet, azadiyeke bi qîmet bikin. Tiştê herî girîng, em dixwazin parçebûna di nav gelê kurd de, sînoran rakin." Demirbaş diyar kir ku di pêşerojê de dixwazin şaredariyên Rojava û Rojhilatê jî tevlî bernameyên bi vî rengî bikin. Demirbaş herî dawî got: "Em dixwazin di van hevdîtinên xwe de Nêçîrvan Barzanî û parlamentoyê jî ziyaret bikin. Me randevu xwestiye ji wan. Ez, şaredarê Çanakkale û heyeteke karsazan, em dixwazin vê serdanê pêk bînin.

Berpirsê Çapemeniyê yê Şaredariya Dihokê Îsmaîl Mistefa jî da zanîn ku di navbera şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Dihokê de di sala 2008'an de protokolek hatiye îmzekirin. Mistefa ragihand ku armanca mîhrîcanê, nêzikbûna gelê me ya ji hemû aliyan ve, nêzikbûna fikrî ye û ev agahî dan Rûdawê: "Ji Dihokê jî gelek sazî û komele beşdarî mîhrîcanê dibin. Wezîrê Geştuguzarê, Berpirsên Parêzgeha Dihokê û ji Amedê jî 70 kes tên. 50 ji wan, karsaz in. Ji ber ku di 28'ê tebaxê de bernameya 'Roja Enfala Behdînan' li Dihokê heye. Ji ber vê yekê jî dê bername di 29'ê tebaxê de destpê bike."

Bernameya Rojên Nasandina Amedê Li Dihokê wiha ye:

29'ê tebaxê

Danê sibê

Cih: Panorama  Azadî

- Bixêrhatina mêvanan û rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê.

- Axaftina Lijneya Bilind.

- Axaftina Parêzgarê Dihokê Temer Remezan.

- Axaftina Serokê Şaredarê Dihokê Endezyar Şewket Mihemed Emîn

- Axaftina Serokê Şaredariya Sûra Amedê Abdulah Demirbaş

- Koma Govendê ya Dîcle û Firat.

- Vekirina pêşengaha wêneyan ji bo bajêrê Amedê

- Fîlmê nasandina Amedê

Cih: Odeya Bazirganiya Dihokê

- Hevdîtina Bazirgan û Kasazan

Danê êvarê

Cih: Salona Giştî ya Pirtûkxaneyê

- Sînema û kurtefîlm

Cih: Baxçê Azadî

- Konsera Koma Jinan a Berfîn a Bajêrvaniya Rezan a Amedê

30'ê tebaxê

Danê sibê

Cih: Salona Yekîtiya Nivîskarên Kurd (Demjimêr: 10.00)

Ziman û Edeb (wêje)

- Panela 'Wêjekariya li Amedê ya piştî salên 1990'î'. Panelîst: Nivîskar Şener Ozmen (Endamê Komeleya Nivîskarên Kurd)

- Panela 'Armanca Polîtîkayên Bişavtinê yên Serdestan' Panelîst: Mehmet Şahîn.

(Demjimêr: 11:11)

- Panela 'Li Tirkiyê Rewşa Çapemeniyê' Panelîst: Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş- DÎHA)

- Lîstika Voleybolê

Cih: Solana Werziş û Perwerdê ya Şindoxa (Demjimêr:11.00)

Lîstika di navbera Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedê û Tîma Voleybolê ya Jinan a Gare

Danê êvarê

Cih: Rêveberiya Çalakiyên Dihokê

- Pêşkêşkirina Şanoya 'Jana Zirav' (Demjimêr: 5.00)

- Musabeqeya Fûtbolê (Tîma Amedê ya Werzişî û Tîma Dihokê ya Werzişî (Demjimêr:6.00)

Cih: Parka Azadî

- Grûpa muzîkê ya Ciwanan a Sûra Amedê (Demjimêr: 8.00)

31'ê tebaxê

-Gera Amediyê (Demjimêr: 9'ê sibê heta êvarê). (Rûdaw)

Diğer Haberler