Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Amed di çareseriyê de ji AKP û dewletê bawer nake

Amed di çareseriyê de ji AKP û dewletê bawer nake

18 Ağustos 2012 Cumartesi 04:49
Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER), li ser nerînên gel û bendewariyên gelê Amedê yên di çareseriya pirsa kurd de lêkolîn kir.

Li gorî daneyên anketa SAMER'ê gelê Amedê di çareseriya pirsa kurd de herî zêde (Ji sedî 48) ji BDP'ê bawar dike. Ji sedî 68 û zêdetir ji AKP'ê û saziyê dewletê bawer nake ku pirsgirêkê çareser bikin.

Navenda Lêkolîna Civakî û Siyasî (SAMER), li ser bendewariyên gelê Amedê yên çareseriya pirsa kurd a li hemberî sazî û kesan anketa meha tebaxê amade kir. SAMER'ê di navbera 10-11'ê Tebaxa 2012'an de ligel 302 lêkolîn kir. Samer'ê li ser kesên cuda anket çêkir û nerînên wan ên derbarê çareseriyê de girt. SAMER'ê anketa xwe ji sedî 37 (%37) li Rezan, ji sedî 15 (%15) li Sûrê, ji sedî 26 (%26) li Yenişehîrê û ji sedî 22 (%22) jî li navenda bajar amade kir. Kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 55' jin û ji sedî 45'ê wan jî mêr bûn. Samerê bi piranî li ser ciwanan anket çêkeir.

Encama siyasî

Li gorî anketê ji rojeva herî girîng a sedî 43'an mijara Sûrî û pevçûnên li Şemzînanê ye.

Li gorî ji sedî 90'ê gelê Amedê di nava 2 mehên dawî de ji bo çareriya pirsa kurd gav nehatiye avêtin. Gelê Amedê ji sedî 48 statuya kurd, ji sedî 18 xweseriya demokratîk û ji sedî 2 federasyonê dixwaze.

Gel herî zêde ji BDP'ê bawer dike herî kêm ji dewletê

Li gorî anketa SAMER'ê ji sedî 48 (%48) gel ji şaredariyên BDP'ê bawer dikin. Ji sedî 90 (%90) ji MHP'ê û ji sedî 81 (%81) ji MÎT'ê bawer nakin. Ji sedî 68 ji AKP'ê bawer nakin. Ji sedî 71 ji artêşê bawer nakin. Ji sedî 47-48 jî ji BDP'ê û şaredariyên BDP'ê bawer dike.

Gelê Amedê ji sedî 21 têkoşîna gelê muxalif erênî dibîne û piştgiriyê dideyê. Gelê Amadê Ji sedî 46 bawer dike ku geşedanên Sûriyê ji bo kurdan erênî be. Ji sedî 63 gelê Amedê dixwazin kurdên Suriyê xweseriya xwe îlan bikin.(Rûdaw-DİHA)

Diğer Haberler