Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Amerîka: Plana êrişa serbazî li dijî Îranê amade ye

Amerîka: Plana êrişa serbazî li dijî Îranê amade ye

17 Mayıs 2012 Perşembe 21:45
Balyozê Amerîka li Îsraîl, Daniel Shapiro: “Plana êrişeke îhtimalî ya li dijî Îranê amade ye”.

Hewlêr, 17 Gulan – Balyozê Amerîka li Îsraîl, Daniel Shapiro, diyar kir, heke gotûbêjên “razîkirina” Îranê digel rojava bo sekinandina meyandina uraniyomê bêencam be, dê rojên pêş me aloz bin û wiha axivî, “Plana êrişeke îhtimalî ya li dijî Îranê amade ye”.

Balyozê Ameîka li paytexta Îsraîl, Tel Avîvê, Daniel Shapiro, ji radiyoya artêşa Îsraîl re axivî û got, Amerîka dixaze arîşeya etomî ya Îranê bi şêwazên dîplomatîk û dorpêçên aborî bê çareserkirin.

Shapiro, diyar kir, lê heke gotûbêj û muzakereyên rojava digel Tehranê li bara sekinandina meyandina uraniyomê ji aliyê Îranê ve xitimî û bêencam ma, wê demê dê rojên pêş me gelek aloz bin û bo wê jî palana êrişeke îhtimalî ya li dijî Îranê amade ye.

Piştî civîna Stenbolê, dê welatên 5+1 û Îran vê carê 23 Gulanê li Bexdayê bicivin.

Rojava di wê baweriyê de ye Îran bo çêkirina çekên etomî, uraniyomê dimeyîne lê Îranê vê yekê red dike û dibêje, vê yekê bo berhemanîna enerjiyê dike.

AKnews
 

Diğer Haberler