Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Amerîka û Ewropa piştgiriya federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê dikin

Amerîka û Ewropa piştgiriya federaliyê ji bo Rojavayê Kurdistanê dikin

05 Ağustos 2012 Pazar 13:05
Bi baweriya cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Amerîka piştgiriya Sûriyeke federal dike û heta hilbijartina serokayetiya Amerîka jî, Esed li ser desthilatê dimîne.

Berevajî kesên ku dibêjin şerê Şamê yekalîker e ji bo çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û rejîma Esed, bi baweriya cîgirê serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), şerê bajarê Helebê di navbera artêşa rejîma Sûriyê û Artêşa Azad a Sûriyê de şerê yekalîker e ji bo Rojavayê Kurdistanê. Herwiha bi baweriya wî Amerîka piştgiriya Sûriyeke federal dike û heta hilbijartina serokayetiya Amerîka jî, Esed li ser desthilatê dimîne.

Ji bo Kurdan Heleb xala yekalîker e

Serokê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê û cîgirê serokê ENKSê, Mistefa Cuma (56), ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sê salên borî de ew du caran ji aliyê karbidestên Sûriyê heta çend mehan hatiye zindankirin. Cuma di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de behsa çend rojên borî û bê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê dike û dibêje, şerê Artêşa Azad a Sûriyê û artêşa Sûriyê di çend rojên bê de yekalî dibe: “Artêşa Sûriyê ya Azad li derdora Helebê xwe ji bo êrişeke seranserî amade dike. Çend cihên girîng, ku dikevin ser rêya wî bajarî, wek Saxûr û Henano, bi tevahî ketine destê artêş azad.”

Bajarê Helebê, piştî Şama paytext, girîngtirîn bajar e, movika piştê ya aboriya wî welatî ye û wek paytexta aborî ya Sûriyê tê binavkirin. Nêzîka 600-700 hezar Kurd li Helebê dijîn. Li gor statîstîkên ne fermî, rêjeya Kurdan li navenda bajarê Helebê nêzîka ji sêyan yek e, lê li tevahiya parêzgeha Helebê rêjeya Kurdan digihe ji sedî 25.

Bi dîtina Mistefa Cuma, ketina Helebê dibe sedema ketina bajarên din wek Reqa, Dêre Zor û Hesekê: “Rejîm hemû hêza xwe bikar tine, daku Heleb nekeve, ji ber ku ger Heleb ket, divê rejîm destê xwe ji rojhilatê Sûriyê bişo.” Meha borî, di dema ku Mistefa Cuma li ser rê bû daku biçe Herêma Kurdistanê, ew ji aliyê hêzên PYDê ve hat girtin û dûre hat azadkirin, niha jî ew li Başûrê Kurdistanê ye.

Li gor Mistefa Cuma, ketina Helebê “pakbûna Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Esed” e, lewma ji Kurdan daxwaz dike ku di demeke herî kurt de xwe rêk bixin û peymana Hewlêrê cihbicih bikin: “Gumana min heye ku em bikarin di demeke zû de peymana Hewlêrê bînin cih.” Di heman dema ku Mistefa Cuma ev gotin bilêv dikin de, desteya bilind a hevbeş a kurdî li gor peymana Hewlêrê li Qamişloyê hat ragihandin.

Komarîxwazên Amerîkayê federaliyê ji Kurdistanê re dixwazin

Herdu encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbarê çareseriya pirsa kurdî li Sûriyê nakok in. Bi baweriya Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û PYDê, îdareya xweyî (xwerêveberî) yanî şêweyeke otonomiyê dikare kêşeya Rojavayê Kurdistanê çareser bike. Lê ENKS, ya ku ji 16 partiyan pêk tê, pêdagir e li ser wê yekê ku divê Sûriya piştî Esed li ser bingeha federaliyê bê avakirin.  

Di vî alî de Mistefa Cuma modela federaliyê teqez dike û dibêje: “Federalî tişteke ku dest jê nayê berdan, li gor agahiyên ku ji kesekî nêzîkî navendên biryarê li Amerîkayê gihiştine min, Qesra Spî û Ewropa jî piştgiriya federaliyê dikin. Rûsya û Amerîka li pişt perdeyê projeyekê gotûbêj dikin, eger Partiya Komarîxwaz di hilbijartina bê ya Amerîkayê de biserkeve, ew proje tê bicihanîn. Komarîxwaz pêşî dixwazin her parçeyekî Kurdistanê federaliyê bidest bîne û dûre jî hewl didin Kurdistan hev bigire.”

Krîza Sûriyê cîhan kiriye du bere, Amerîka serokayetiya bereyekê dike û Rûsya jî bereya din birêve dibe, çek û piştgiriya lojistîk dide Esed. Lewma nayê pêşbînîkirin Amerîka derbarê rûxandina Esed de gotûbêjan ligel Esed bike, lê Cuma di vî warî de dibêje: “Rûs di rûniştinên nehênî de dibêjin wê Esed birûxe, hewl didin derbarê berjewendiyên xwe ligel Amerîkayê li hev bikin. Ew projeya ku gotûbêj dikin li ser destê komarîxwazan tê bicihanîn. Lewma heta hilbijartina serokayetiya Amerîkayê, ku di Mijdara bê de birêve diçin, Beşar Esed di cihê xwe de dimîne. Ji ber ku Artêşa Azad a Sûriyê nikare bi şer rûxandina Esed yekalî bike. Li gor zaniyariyên min, piştî hilbijartina li Amerîkayê, Esed daku neyê dadgehkirin û kuştin, bo derveyî Sûriyê tê veguhastin û hikûmeta qonaxa guhastinê tê damezrandin.”

Artêşa Azad a Sûriyê nayê Kurdistanê

Di van çend rojên dawî de, ligel pêşveçûna bûyerên Sûriyê, Artêşa Azad a Sûriyê gef li PYDê kirin û ragihand ku ewê dawî li PYDê bînin. Mistefa Cuma got: “Artêşa Azad bername nedaniye ku bê Kurdistana Sûriyê, Artêşa Azad neçar e rêza Kurdan bigire û naxwaze ligel Kurdan şer bike, lê eger PYD bibe gefeke siyasî di siberojê de, şer di navbera wan de derdikeve.”(Rûdaw)

Diğer Haberler