Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Anketên herî dawîn ên giştpirsiya Tirkiyê

Anketên herî dawîn ên giştpirsiya Tirkiyê

15 Nisan 2017 Cumartesi 12:59
Li gorî hinek rapirsiyan dengên Erê, li gorî hinekên din jî yên Nexêr bi çend pûanan li pêş in.

Dê roja yekşemê 16-04-2017ê hilbijêrên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo sîstema serokkomartiyê biçin ser sindoqan. Li gorî hinek rapirsiyan dengên Erê, li gorî hinekên din jî yên Nexêr bi çend pûanan li pêş in. Li gorî rapirsiyên dawiyê hîn jî rêjeya dengdêrên bêbiryar nêzikî sedî 10'an e.

Ji bo giştpirsiya li Tirkiye û Bakurê kurdistanê êdî demeke pir kêm ma. Fîrmayên rapirsiyan jî êncamên herî dawîn ên rapirsiyan radigihînin.

Yek ji van fîrmayan jî Optîmar e û li gorî Optîmarê rêjeya dengên erê ji sedî 53 ye û rêjeya dengên nexêr ji sedî 47 e. Li gorî Optîmarê nêzikî sedî 50'yê kurdan jî dê bêjin Erê.

Serokê OPTİMARê Hîlmî Daşdemîr ji Rûdawê re got; “Wisa xûyaye ku dê nîvê kurdan piştgiriya sîstema serokkomartiyê bikin. Yanî ji sedî 44-47 dê piştgiriyê bidin. Di nav van de kurdên CHPyî, yên Ak Partiyî û yên HDPyî hene. Bi giştî ti xemên kurdan ên derbarên sîstema serokkomartiyê de nîn in.”

Di rapirsiyên dawiyê de jî hîn jî rêjeya dengdêrên bêbiryar ji sedî 10 e. Li gorî yek ji fîrmayên din ê rapirsiyan AKAM jî dibêje piraniya dengdêran biryarên xwe dane. Lê ew ji ber tirsê newêrin rengê dengên xwe aşkere bikin.

Serokê AKAM'ê Kemal Ozkîraz jî got; “Li gorî me li Tirkiyê ti kesî bêbiryar nîn in. Lewra gava ku em vê yekê dipirsin gelek mirov hinekî difikirin û dû re dibêjin ez bêbiryar im. Ya rast biryareke wan heye. Lê ji ber zextan ew newêrên biryara xwe diyar bikin.”

Herwiha serokê AKAM'ê Kemal Ozkîraz dibêje dê nêzikî sedî 53yan dengê nexêr derkeve û dibêje eger wisa nebe dê ew dev ji vî karî berde.

Rûdaw

Diğer Haberler