Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Anketên Referandûmê “Erê” Nîşan Didin

Anketên Referandûmê “Erê” Nîşan Didin

27 Ağustos 2010 Cuma 07:44
Li gorî anketa Navenda Vekolînên Civakî ANDY-AR ê meha tebaxê yê derbarî guhertina destûra bingehînê ya di 12ê îlonê de, ji sedî 53.4 gel “erê” dibêje.
Li Tirkiyeyê, li gorî anketa Navenda Vekolînên Civakî ANDY-AR ê meha tebaxê yê derbarî guhertina destûra bingehînê ya di 12ê îlonê de, ji sedî 53.4 gel “erê” dibêje.

Li gorî nûçeya CHAyê, derbarî dengdana referandûmê yê guhertina destûra bingehîn de, Navenda Vekolînên Civakî ANDY-AR encamên lêkolîna xwe eşkere kirin.

Anket di 24 bajaran de, bi 3 hezar û 561 kesî re hate kirin û ji sedî 25 ê anketê li deverên bejahiyê pêk hat.

Li gorî encamên anketê, yên ku bo guhertina destûra bingehîn “erê” dibêjin ji sedî 48.4, yên ku “na” dibêjin ji sedî 41.1 in.

Dema yên bêbiryar li ser tên belavkirin, yên ku di referandûmê de bêjen “erê” li gorî meha berê 1.6 zêde dibin û dibin ji sedî 53.4 û radeya “na” jî ji sedî 46.6 e.

Serokê Desteya Rêveberiya ANDY-Arê Faruk Acar got, “Di lêkolîna meha berê de hejmara bêbiryaran ji sedî 14.3 bûn lê niha radeya wan daketiye ji sedî 10.5ê. Derket holê ku agahiya ji sedî 54.6 hilbijêran ji naveroka destûra bingehîn nîne.”

Guhertina destûra bingehîn ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de hatibû qebûlkirin, di 12ê îlonê de wê têkeve dengdana gel.

AKnews

Diğer Haberler