Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Anskolpediya Kurdistan û pirtûkxaneya elektronî tê amadekirin

Anskolpediya Kurdistan û pirtûkxaneya elektronî tê amadekirin

29 Mayıs 2012 Salı 23:52
Serokê Akadîmyaya Kurdî aşkere kir ku ew niha kar li ser projeya zanyarîname (anskolpediya) Kurdistanê dikin ku dê çend salan bidome, her wiha ew pirtûkxaneyeke elektronî jî amade dikin ku milyonek pirtûk li xwe digire.

Hewlêr, 29 Gulan – Serokê Akadîmyaya Kurdî aşkere kir ku ew niha kar li ser projeya zanyarîname (anskolpediya) Kurdistanê dikin ku dê çend salan bidome, her wiha ew pirtûkxaneyeke elektronî jî amade dikin ku milyonek pirtûk li xwe digire.

Nûrî Talebanî ji AKnewsê re daxuyand ku di zanyarînameya Kurdistanê de dê hemû zanyariyên taybet bi Kurdistanê hebin û bi dehan pispor ji Kurdistan, Tirkiya, Îran, Sûriya, Rûsiya, Keneda û welatên din tê de beşdar dikin.

Talebanî bal kişand ku karkirina di anskolpediya de heyama salekê ye dest pê kiriye û dê 4 heta 5 salên din bidome, anskolpediya dê 10 berg bin û ji 5 hezar rûpel pêk tê.

Talebanî aşkere kir ku her wiha projeya çêkirina pirtûkxaneya elektronî jî ber destê wan e ku Parêzgeha Hewlêrê bi serpereştya akadîmyayê amade dike.

Talebanî ronî kir ku budceya pêdivî ji bo projeyê hatiye terxankirin û dê di demeke kin de biqede.

Bi gotina Talebanî, çend projeyên din jî di pilana akadîmyayê de hene, ji wan projeya danîna destûrê zimanê kurdî û projeya bikurdîkirina navên cografî yên Kurdistana Tirkiya.

(AKnews)

Diğer Haberler