Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Apo Ala Tirk Maçkir Lê Dewletê Veşart

Apo Ala Tirk Maçkir Lê Dewletê Veşart

12 Mayıs 2012 Cumartesi 10:36
Şahida nepenî ya doza KCKê Baharê got ku: “Dema ku Öcalan hate girtin, ala Tirk maçkir. Ma qey heya niha li dijî dewletê ewî şer nedikir!”

Şahida nepenî Bahar wiha dewam kir: “Ezê qurbanê Komara Tirkiyê bibim. Bi vî şiklî ve jî li xwe mikur hatiye ku merivê dewletê ye. Divê em bipirsin çima ev dîmen nayên belavkirin û parvekirin?” 

Ev îdia di îdianameya 3. ya KCKê de cih girt. Îdianame ji aliyê 15. Cezaya Giran a Stenbolê ve duh hat pejirnadin. Îdianame 800 pere. 
 
Di îdianameyê de cihê herî balkêş û girîng îfadeyên şahida nepenî ya Baharê ye. Bahar wiha dibêje: “Hevdîtinên piştî 2004’an dest pê kir, rexistin anî ser xwe, çimkî beriya van hevdîtinan a ku di navbera Öcalan û parêzerê wî de pêk hatin, rêxistin ber bi belavbûnê ve diçû. Ez niha dipirsim çima di holê de tu hincet tunebû lê destûra hevdîtina hat dayîn? Heke em dixwazin wê heyamê fem bikin, divê em vê destûrê binirxînin.” 
 
Baharê wiha dewam kiriye: “Di sala 1999’an de Mahmut Şakır bi daxwaza hin kesên ‘kur’ çû çiya û bi Konseya Serokatiya PKKê re hat ba hev û ji wan re got ku: “Öcalan dibêje ez bi rayedarên dewletê yanê avahiya eskerî re  hevtêm û ez ji wan gelek kêfxweş û memnun im.” Baharê paşê wiha gotiye: “Ji aliyê pirr kesan ve nay zanîn lê divê hîmbin ku dema ku Öcalan hate girtin, ala Tirk maçkir. Ma qey heya niha li dijî dewletê ewî şer nedikir! Ezê qurbanê Komara Tirkiyê bibim. Bi vî şiklî ve jî li xwe mikur hatiye ku merivê dewletê ye. Divê em bipirsin çima ev dîmen nayên belavkirin û parvekirin.”
 
Îfadeya Baharê wiha dewam dike: “Dewleta kur tu carî nexwest ku hêza Öcalan bişkê, her tim wek adresa tenê Öcalan nîşan dan.” 
 
Piştî îfadeyên parêzerê Öcalan, İrfan Dündar; îfadeyên şahida nepenî yên Baharê kete rojevê. Wisa xuya dike ku ji doza KCKê hêj agahî û îdiayên balkêş bîne rojevê.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler