Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Aras û AKnewsê jî Helebce bi bîr anîn

Aras û AKnewsê jî Helebce bi bîr anîn

16 Mart 2012 Cuma 13:22
Di 24emîn salvegera kîmyabarana bajarokê Helebce de, Birêveber û karmendên Dezgeha Aras bo Çap û Belavkirinê û AKnewsê wek rêzlênanekê ji bo qurbaniyên wê karesatê, 5 deqeyan rawestiyan

Hewlêr, 16 Adar  – Di 24emîn salvegera kîmyabarana bajarokê Helebce de, Birêveber û karmendên Dezgeha Aras bo Çap û Belavkirinê û AKnewsê wek rêzlênanekê ji bo qurbaniyên wê karesatê, 5 deqeyan rawestiyan.

Îro, li pêşiya avahiya Aras û AKnewsê li bajarê Hewlêrê, Birêveber û karmendên Aras û AKnewsê saet 11:00 (bi dema Herêma Kurdistanê) bo heyama 5 deqeyan rawestiyan.

Wek nerîteke salane, rêz li salvegera Helebce tê girtin û hemû salekê bi vê boneya xemgîn xelk 5 deqeyan bêdeng radwestin û liv û tevgera otomobîlan tê rawestandin, lê îsal diyar bû ku ew yek neseranserî bû.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdila di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand, “Îsal jî wek salên din, rêwresmek hate encamdan û li parka Şar li hember dergehê Kela Hewlêrê, nimayişek derbarê Helebce hate pêşkêşkirin, piştre saet 11:00 bo heyama 5 deqeya xelk bêdeng rawestiyan.”

Tahir got jî, “Ji ber ku îro roja înê ye û bêhnvedana fermî ye, bîranîn ne wek salên berê bû.”

(AKnews)

Diğer Haberler