Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Armanca konferansa jinên kurd çêkirina yekitiya gelê kurd e

Armanca konferansa jinên kurd çêkirina yekitiya gelê kurd e

22 Mayıs 2012 Salı 22:15
Parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê, Leyla Zana, di 2emn konferansa neteweyî ya jinên kurd de got, armanca konferansa jinên kurd çêkirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e.

Hewlêr, 22 Gulan – Parlamentera serbixwe ya Diyarbekirê, Leyla Zana, di 2emn konferansa neteweyî ya jinên kurd de got, armanca konferansa jinên kurd çêkirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Duyemîn konferansa neteweyî ya jinên kurd, îro li salona Seid Ebdullah ya bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê dest pê kir û dê 3 rojan bidome. Di konferansê de, Leyla Zana axaftina destpêkê kir û got, aramanca vê konferansê yekitiya neteweyî ya gelê kurd e û wiha axivî, “Em wek jinên Kurdistanê di asteke bilind de ne û me karî bi awayekî serkeftî konferansa xwe saz bikin.” Zana, diyar kir, emê hewl dibin di konferansa Hewlêrê de li ser arîşeyên jinên kurd li her 4 beşên Kurdistanê gotûbêj bikin û çareseriyê bo wan bibînin û wiha pêde çû: “Jin nikare her tiştî bike, her wek çawa mêr nikare her tiştî bike, ji ber wê jî em dixazin jin û mêr bi hev re kar bikin û di xizmeta gelê kurd de bin.” AKnews

Diğer Haberler