Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Artêşa Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Artêşa Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

07 Ağustos 2012 Salı 01:23
Hate ragihandin ku 15 wesayîtên artêşa Tirk ji sînorê Bakûrê Kurdistanê derbasî bajarê Cerablos a girêdayî herêma Kobaniyê bûne.

Hate zanîn ku 15 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirkberiya seatêkê derbasî bajarê Carablosê yê girêdayî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bûne. Li gor agahiyê ku ji herêmê gihiştine ber dest, 15 wesayîtên leşkerî yên taybet yên artêşa Tirk bi desteka helîkoptrêna artêşa Tirk sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kirne. Wesayîtên leşkerî di nava bajarê Carablosê de demekê geriyane û piştre vegeriyane baragehên xwe yên leşkerî aliyê Bakûrê Kurdistanê.

Li gor çavkaniyên herêmê, sedema derbasbûna leşkerên Tirkiye, ew e ku ji bo veguhestina leşkeren ku parastina goristana Sultan Suleman Şah yê ku li ser çemê Firatê nêzî Kobaniyê ye.

Hêjayê gotinê her gav artêşa Tirkiyeyê veguhestina van leşkerên xwe dike. Lê tiştê balkêş ya vê carê ne bi helîkoptêrê bi wesayîtên ku di sînor re derbas bûn veguhestina leşkerên xwe kirin.(Ajansa Nûçeyan a Firatê)

Diğer Haberler