Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Artuklu 500 mamostayên kurdî amade dike

Artuklu 500 mamostayên kurdî amade dike

06 Temmuz 2012 Cuma 01:06
Zanîngeha Artuklu ya bajarê Mêrdînê yê Kurdistana Bakûr ragihand, li ser daxaza wezareta perwerde ya wî welatî dê 500 mamostayên kurdî perwerde bikin.

Zanîngeha Artukulu ya Mêrdînê, di daxuyaniyekê de, ku di malpera zanîngehê de hatiye weşandin, ragihand, li ser daxaza werzareta perwerde ya Tirkiyê, bo sala 2012-2013 dê 500 mamostayên kurdî perwerde bikin.

Li gorî daxuyaniyê, yên ku dixazin bibin mamostayê kurdî û dersa kurdî, ku wek dersa bijarde dê bê dayîn, bidin, dikarin heta 27 Tîrmehê serdana zanîngehê bikin.

Hat gotin, yên ku dixazin bibin mamosta divê zanîngeha xilas kiribin û dê bo heyama salekî perwerdeya mamostatiya kurdî bibînin û piştî wê dersa kurdî bidin.

Perwerdeya han dê ji aliyê enstîtûya ziman û çanda kurdî ya zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ve bê lidarxistin.

Tê zanîn, beriya niha serokwezîrê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan ragihandibû, di sala bê ya xwendinê de dê kurdî wek dersa bijarde ji sala 5em a xwendinê de bê dayîn.

AKnews

Diğer Haberler