Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Asta danûstandina bazirganî navbera Kurdistan û Tirkiyê de 12 milyar dolar e

Asta danûstandina bazirganî navbera Kurdistan û Tirkiyê de 12 milyar dolar e

06 Temmuz 2012 Cuma 00:57
Wezîrê bazirganî yê Herêma Kurdistanê, Sînan Çelebî, diyar kir, asta danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihîştiye 12 milyar dolar û hewl tê dayîn heta 20 milyar dolar bê bilindkirin.

Sînan Çelebî, ji AKnewsê re got, têkiliyên bazirganî navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de di astek bilind de ye û her ku diçe bilindtir dibe.

Çelebî, diyar kir, niha asta danûstandina bazirganî navbera Hewlêr û Enqereyê de gihîştiye 12 milyar dolar û hewl tê dayîn di çend salên din de ev yek bigihîje 20 milyar dolar.

Li bara asta bazirganî navbera Îran û Kurdistanê de jî, Çelebî, got, heta niha asta danûstandina bazirganî navbera Kurdistan û Îranê de gihîştiye 7.5 milyar dolar.

Wezîrê bazirganiyê ragihand, emê hewl bidin vê astê hîn bilind bikin ji ber ku geşekirina pêwendiyên bazirganî navbera Kurdistan û Îran û Tirkiyê de li gorî berjewendiyên hemû aliyekî ye.

AKnews

Diğer Haberler