Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
AZADÎ bêrêziya li hember Ala Rengîn qebûl nake

AZADÎ bêrêziya li hember Ala Rengîn qebûl nake

05 Mart 2017 Pazar 03:30
Bertekên li hember siviktiya li ser Alaya Kurdistanê didomin. Bertekek jî ji Hereketa Azadî hat û bi daxuyaniyekê gotinên kirêt ên li ser Alaya Kurdistanê hatin şermezar kirin.

Li ser navê Hereketa Azadî Muhyeddîn Batmanli amaje kir ku, ew qebûl nakin li dijî nirxên wan ên neteweyî siviktî were kirin.

Hereketa Azadî ku rêxistineke Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê ye bi daxuyaniyeke çapemeniyê heqaretên li hember Alaya Kurdistanê şermezar kir. Li ser navê Hereketa Azadî Muhyeddîn Batmanli got ku ew bang li wan kesan dikin ku siviktî li Alaya Kurdistanê kirina bila hay ji gotinên xwe hebin û xelkê Kurd vê bê edebîye qebul nake.

Muhyeddîn Batmanli bang li Devlet Bahçelî jî kir û amaje kir ku, bila Bahçelî li dîrokê binêre û bibîne ku xelkê Kurdan di warê îslamiyetê de çiqas xizmet ji Tirkan re kiriye. Ji ber vê yekê Muhyeddîn Batmanli anî ziman ku pêwîst e Bahçelî li hember nirxên Kurdan rêzê bigire.

Kurdistan24.net

Diğer Haberler