Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Bajarên kurdan di ezmûna zanîngehan de dîsa li paş man

Bajarên kurdan di ezmûna zanîngehan de dîsa li paş man

20 Temmuz 2012 Cuma 21:12
Li Tirkiyeyê ezmûnên zanîngehê hatin aşkerakirin. Li gorî encaman bajarên kurdan dîsa li paş man û di rêzên dawî de cihê xwe girtin.

 

Amed (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê ezmûnên zanîngehê hatin aşkerakirin. Li gorî encaman bajarên kurdan dîsa li paş man û di rêzên dawî de cihê xwe girtin. Perwerdekaran ev yek bi “perwerdehiya zimanê dayikê” ve girêdan û gotin heta perwerdehiya zikmakî pêk neyê, ev encam dê neguherin.

Li Tirkiyeyê her sal bi sed hezaran kes piştî dibistana amadeyî diqedînin, ji bo dest bi zanîngehê bikin dikevin ezmûnan. Ji vê ezmûnê re li Tirkiyeyê “Lisans Yerleştirme Sinavi” (Ezmûna Bicihkirina Lîsansê) tê binavkirin. Piştî hemû ezmûnan navên bajarên herî serkeftî û bajarên herî paşdemayî tên aşkerakirin. Li gorî van encaman îsal jî bajarên tirkan yên herî serkeftî û bajarên kurdan jî yên herî li paş in. Yek ji van bajarên kurdan Culemêrg bêyî îstîsna hersal di rêza bajarên neserkeftî de cihê xwe digre. Li gorî encaman Şirnex, Agirî, Riha, Mêrdîn, Mûş, Qers, Erdexan, Dêrsim, Dîlok, Êlih, Wan, Amed, Elezîz, Meraş û Îdir di beşên cuda yên vê ezmûnê de bajarên herî li paş in.

Zarokên kurd danek diçin dibistanê û danek jî dixebitin

Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Amedê Kasim Bîrtek ji Rûdawê re diyar kir sedema neserketina ezmûnan a li bajarên kurdan ziman e û wiha got: “Sedema yekemîn zimanê dayikê ye. Gava zarok bi zimanê xwe nexwînin, perwerde nebînin, encama wê jî bi vî şeklî derdikreve holê.

Zarokên kurdan hetanî dibistana seretayî diqedînin encax bi tirkî hîn dibin. Zarokên kurd ji ber vê yekê ji tiştên ku mamoste dibêje fêm nakin, tênagihijin.”  Bîrtek, destnîşan kir ku sedemên din jî feqîrî, xizanî û şer e. Ji ber van sedeman zarok nikarin jiyaneke bi rêk û pêk bidin ber xwe û li gorî bernameya zanînê tevbigerin. Li gorî Bîrtek, sedemeke din jî ev e; her poleke dibistanê ji 50-60 zarokan pêk tê. Ev yek jî nahêle zarok perwerdehiyeke baş bibînin. Bîrtek, bal kişand ku piraniya zarokên  kurdan ji ber xizaniyê neçar dimînin li kuçe û kolanan pêşgir, simît, av û dew bifiroşin û ev yek jî li pêşiya perwerdehiyeke serkeftî astengiyeke mezin e.

‘Şer tesîreke neyînî li ser perwerdehiyê dike’

Serokê Komeleya Lêkolîn û Pêşdebirina Zimanê Kurdî (Kudî-Der) Burhan Zorooglu jî eşkere kir ku sedema paşdemayîna bajarên kurdan polîtîkayên 80 salan ên dewletê ne û ji Rûdawê re wiha axivî: “Kurd bi zimanê xwe ku perwerde nebînin, gavekî di paş de dest pê dikin. Di vir de girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê derdikeve holê. Ji ber ku pergal jî zêde polan venake, mamosteyan kêm dişîne, yên nû dest bi peywirê kirine dişîne bajarên me. Bi vî awayî jî perwerdehiyeke bi qelîte çênabe. Hemû zanyar dibêjin perwerdehiya bi zimanê dayikê encamên serkeftinan zêdetir dike.” Zorooglu, bal kişand hemû bûyer, pêşveçûn û şerê li bajarên kurdan tesîreke mezin û neyînî li ser zarokan dike û ev yek jî dihêle ku zarok xwe nedin xwendinê.

Rûdaw

Diğer Haberler