Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Balafirên Esed Serêkaniyê Bombebaran Kirin

Balafirên Esed Serêkaniyê Bombebaran Kirin

12 Kasım 2012 Pazartesi 20:02
Îro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê bombebarankirin.

Du malbatên kurdan bûn armanc û heta niha 22 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên mirî de serkirdeyekî Partiya Azadî jî heye.

Piştî ku heftiya borî komeke çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî navçeya Serêkaniyê yê bûn, îro berî nîvro balafir û helîkopterên rejîma Sûriyê bajarokê Serêkaniyê bombebarankirin.

Farûq Hecî diyar kir ku heta niha li Serêkaniyê bi giştî 22 kes di encama bombebarana balafirên rejîma Sûriyê de hatine kuştin, lê nayê zanîn çend ji van kesan kurd in. Hecî got:  “Bombebaran heta niha jî dom dike.”

rudaw.net

Diğer Haberler