Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Balikçî: Ocalan û Tirkiye dest bi gotûbêjan dikin

Balikçî: Ocalan û Tirkiye dest bi gotûbêjan dikin

13 Temmuz 2012 Cuma 20:48
Çavdêrekî haydar ji gotûbêjên navbera Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkiyeyê de bo Rûdaw got ku di roja 26ê Hezîrana îsal de çend berpirsên Dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan civiyane.

Çavdêrekî haydar ji gotûbêjên navbera Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkiyeyê de bo Rûdaw got ku di roja 26ê Hezîrana îsal de çend berpirsên Dewleta Tirkiyeyê li Îmraliyê ligel Abdullah Ocalan civiyane. Birayekî Ocalan jî di vê baweriyê de bû "lihevhatineke nehênî" di navbera Ocalan û Dewleta Tirkiyeyê de wê pêk bê.

Piştî êrîşa PKKê ya di 14ê Tîrmeha 2011ê ku tê de 13 leşkerên Tirkiyeyê  hatin kuştin, herwiha piştî belavkirina kaseteke dengî ya gotûbêjên nehênî yên şanda Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê MÎTê li paytextê Norwêc Oslo, gotûbêjên eşkere yên navbera PKKê û Dewleta Tirkiyeyê de rawestiyan, herwiha gotûbêjên navbera Abdullah Ocalan û şandên Dewleta Tirkiyeyê de jî ku diçûn Îmraliyê.

Herwiha hevdîtinên normal ên navbera Ocalan û kesûkar û parêzerên wî jî hatin rawestandin. Vê yekê qunaxeke nû ya tundûtûjiya di navbera herdu aliyan de anî rojevê. Serbarî vê hemuyê, heyam heyam medya tirkî û hin aliyên opozisyona Tirkiyeyê digotin ku gotûbêjên di navbera dewletê û Ocalan de berdewam in. Yek ji van kesan jî serokê Partiya Gel a Komarî (CHP), Kiliçdaroglu bû. Hevdem ligel vê yekê, çend dezgehên medyayê yên tirkî û berî hemûyan rojnameya “Aydinlik“ heftiya borî belav kirin ku Ocalan ji girava Îmraliyê bo mêvanxaneyeke MÎTê li nêzîk bajarê Bursayê hatiye veguhestin û heta di van demên nêzîk de şandeke amerîkî jî ligel wî civiyaye.

“Ocalan piştevaniya axaftinên Leyla Zana dike“

Îlhamî Işik ku weke “Balikçî“ tê naskirin û weke kesekî ji gotûbêjên navbera Abdullah Ocalan û berpirsên Dewleta Tirkiyeyê haydar tê hesabkirin, bo Rûdaw got "di 26ê meha borî de şandeke dewletê li Îmraliyê hevdîtin ligel Ocalan pêkaniye." Balikçî, ku ew bi xwe jî yek bû ji wan kesên di van rojan serdana Ocalan kirine û berê jî çend caran serdana wî kiriye, got "Ocalan vê carê gotineke cuda ji carên berê nekir. Ew niha mijûlî nivîsandina nexşerêyeke din e bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ku ji 7 maddeyan pêk tê. Di heman demê de piştevaniya axaftinên Leyla Zana dike."

Îlhamî Işik, ku Kurdekî Batmanê ye û di sala 1980î de bo maweyekê di zîndana Amedê de hatibû zîndanîkirin, têkiliyên wî yên xurt ligel saziyên emniyetê yên Tirkiyeyê hene. Îlhamî Işik di wê baweriyê de ye ku Leyla Zana, berî ku bi rojnameya Hurriyeta tirkî re hevpeyvînê bike, ligel Abdullah Ocalan axiviye. Leyla Zana got dema şer û çekan derbas bûye û Erdogan dikare pirsgirêka Kurdan çareser bike. Piştre jî ligel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan civiya. Balikçî dibêje "bi baweriya min, Leyla Zana berî van axaftinan bi rêya telefonê ligel Ocalan gotûbêj kiribûn."

Tevî van hemû pêşketinan, heyam heyam medyaya tirkî behsa hebûna gotûbêjên navbera MÎTê û PKKê de dike. Herwiha nivîskarê tirk Avnî Ozgurel di meha borî de serdana Qendîlê kir û ligel Karayilan hevdîtin pêkanî. Li gor Avnî Ozgurel, Karayilan gotiye ku proseya gotûbêjên dewleta Tirkiyeyê û PKKê li Oslo bi alîkariya Îngilîzan birêveçûne. Balikçî di vê bareyê de dibêje "Îngilîz navbeynkariya MÎT û PKKê dikin. Adem Uzun nûnertiya PKKê di van gotûbêjan de dike. Gengaz e Cemîl Bayik bi haydarbûna Karayilan serperiştiya proseya gotûbêjên ligel MÎTê dike." Rûdaw gellekî hewl da ku nêrîna endamê Heyeta Serokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun bistîne, lê ji ber ku navhatî ne li cihê xwe yê li Brukselê bû, amade nebû ku daxuyaniyê bide.

Li gor hin analîzan, Cemîl Bayik vê care bi qesdî anîne nava proseyê, daku ji aliyê Ocalan û dewleta Tirkiyeyê ve pirsgirêk bo proseyê pêk neyên. Balikçî bal kişand ser cudahiya proseya gotûbêjên vê carê yên navbera herdu aliyan ligel carên berê û dibêje "proseya vê carê wê bidome û weke proseyên berê bi şer û pevçûnan têknaçe."

“Her projeyek ku Ocalan pê razî be, wê PKK jî qebûl bike“

Birayê Abdullah Ocalan û endamê berê yê Konseya Serokatiya PKKê, Osman Ocalan, di wê baweriyê de ye ku Tirkiye di vê qunaxê de bi du rêçûnan gotûbêjan pêktîne: "Hikûmet ji aliyekî dixwaze gotûbêjan ligel Leyla Zana pêkbîne, ji aliyekî din jî ligel birêz Apo gotûbêjan dike, ji ber dizane ku bêyî Apo çareserî ne mimkin e." Osman Ocalan herwiha bawer dike ku "wê di navbera birêz Apo û Hikûmeta Tirkiyeyê de lihevhatineke nehênî pêk werê, ji ber ku Ocalan ti deman bêyî çareserî namîne, pêwîst e Ocalan di vê qunaxê de projeyeke çareseriyê pêşkêş bike."

Osman Ocalan piştî cudabûna xwe ji PKKê, di sala 2004ê de, li bajarokê Koye dimîne û ji dûr ve bi rêya xwişk û birayên xwe gellek hûrkarî li cem wî hene. Ew piştevaniya destpêşxeriya Leyla Zana dike û dibêje armanca Leyla Zana ne tecrîdkirina Ocalan û PKKê ye: “Ji dema ku serkirdatiya PKKê pêngavên pêwîst bo çareseriyê navêje, ev însyatîfa Zana di xizmeta çareseriyê de ye. Xwesteka Zana heman xwesteka PKKê û BDPê ye, lê însyatîfeke serbixwe ye. Birêz Zana divê derfetê nede ku ev însyatîfa wê li dijî PKKê û BDPê bê analîzekirin."

Bi baweriya Osman Ocalan, her projeyek ku Ocalan pê razî be, wê PKK jî qebûl bike: "Apo eger pêdagirî ser her projeyekê bike, Qendîl wê razîbûna xwe li ser nîşan bide." Mehmet Ocalan jî, ku kesê herî dawî ye ku beriya gişt salekê serdana Abdullah Ocalan kiribû, bi heman şêweyî got ku ew piştevaniya gotin û hewlên Leyla Zana dikin.

Ev daxuyaniyên Osman Ocalan di demekê de tên ku rojnameya Sabah a tirkî çend beş ji nameyeke Abdullah Ocalan belav kiriye ku wî tê de sala borî ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku êdî parêzerên wî serdana wî nekin, ji ber fikrên wî tevlihev dikin û hevdem gotiye ku PKK û BDP jî wî serde dibin.

Agirbest di meha Remezanê de tê îlankirin

Seydî Firat yek bû ji wan 15 kadroyên PKKê yên di sala 1999ê de li ser daxwaza Ocalan weke grûpa karwanê aştiyê vegeriyan Tirkiyeyê û piştî ku bo mawê 5 salan hat zîndanîkirin, hat azadkirin. Piştre wî Civata Aştiya Tirkiyeyê  damezrand. Seydî Firat di wê baweriyê de ye ku eger di çarçoveya proseya Oslo de dest bi gotûbêjan bê kirin "wê PKK çekan deynê."

Seydî Firat derbarê gotûbêjên dewleta tirk ligel Îmraliyê bo Rûdawê got: "Ez bi dirustî nizanim ka di vê qunaxê de gotûbêj ligel Îmraliyê tên kirin yan na. Lê bêtiriya van kesên ku ez ligel wan axivîme di wê baweriyê de ne ku Leyla Zana di gotinên xwe de piştgerma Ocalan e." Firat di dirêjahiya gotinên xwe de dibêje "berî 3 mehan Leyla Zana digot çek garantiya Kurdan e, piştî vê dema kurt çawa dikare di hevdîtineke rojnameya Hurriyetê de piştevaniya çareseriya sivîl bike, eger gotina Ocalan ligel wê nebe. Lê dîsan jî rastiya van şîroveyan wê bi derbasbûna demê diyar bibe."

Firat eşkere kir ku hewldanên xurt bi rêya Herêma Kurdistanê hene, daku PKK dest ji çekan berde: "Amerîka piştevana sereke ya vê proseyê ye. Li gor vê senaryoya ku tê behs kirin, PKK wê ligel hatina meha Remezanê agirbestê îlan bike û ligel dirêjiya agirbestê jî wê biryara rawestandina şerê çekdarî bide. Proseya çekdanîna dawiyê jî wê piştî van du qunaxan bê gotûbêj kirin."

Rûdaw

Diğer Haberler