Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Banga ji bo bîranîna Roboskiyê

Banga ji bo bîranîna Roboskiyê

23 Kasım 2012 Cuma 15:59
Beriya ku komkujiya Roboskiyê bê bi bîranîn, di qada hûnera kurdan de têkildarî komkujiyê gelek hate xêzkirin, nivîsandin û gotin.

Beriya ku komkujiya Roboskiyê bê bi bîranîn, di qada hûnera kurdan de têkildarî komkujiyê gelek hate xêzkirin, nivîsandin û gotin. Yek ji van hûnera jî li navçeya Rezan a Amedê li ser dîwarekî hatiye çêkirin û bi silogana li gel banga bîranînê dike.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabana Şirnexê bombe barandibûn û 19 jê zarok bi tevahî 34 welatiyên sivîl hatibûn kuştin. Li ser komkujiya Roboskiyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Gelek niqaş hatin kirin. Lê hê jî berpirsiyara komkujiya Roboskiyê nehatiye ronîkirin. 11 meh derbas bû, lê li şûna ku berpirsiyar bên dîtin û darizandin, welatiyên bûne mexdûrê komkujiyê tên binçavkirin û gurtin. Welatiyên ku komkujiyê şermezar dikin tên binçavkirin û girtin. Ev bûyer hem li Tirkiyê û hem jî li hemû qadên cîhanê ketibû rojeva çapemeniyê. Kurdan bi sedan çalekî lidarxistin, li gel van jî di aliyê hûnerê de Roboskiyê dan jîn kirin. Li navçeya navendî ya Rezan a Amedê li ser dîwarekî avahiyê wêneyên balefir li jor û zarokek jî li jêrê dema bombe dibarin bi boyaxa reş hatiye çêkirin û li rex wêne jî Roboskî 28.12.2011 û bi slogana "Êdî rabe ji xewê" bang dike. Ev wêne jî tê wateye ku salvegara komkujiya Roboskiyê nêz dibe û dide bi bîrxistin. Ev hûner ne diyar e ji aliyê ki ve hatiye xêz kirin û nivîsandin.(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler