Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barcelona li Silêmaniyê navendeke fêrkirina fûtbolê vedike

Barcelona li Silêmaniyê navendeke fêrkirina fûtbolê vedike

23 Mayıs 2012 Çarşamba 00:18
Jêderekî ji klûba werzişî ya Newrozê ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, ragihand, klûba werzişî ya navdar a Spanya û cîhanê, Barcelona, dê navendeke fêrkirina werzişî ya fûbolê li Silêmaniyê veke.

Berpirsê ragihandina klûba werzişî ya Newrozê, Dilêr Ebdula, ji AKnewsê re got, şandeke 4 kesî ya klûba werzişî ya Barcelona, duh hatin Silêmaniyê û bi cîgirê serokê klûba Newrozê, Hesen Nûrî, sekreter û endamên din ên klûbê re hevdîtin pêk anîn.

Ebdula, diyar kir, di civînê de behsa rewşa werzişa Kurdistanê hat kirin û şandeya Barcelona daxaz kir, navendeke fêrkirina werzişî ya fûtbolê li bajarê Silêmaniyê veke, klûba Newrozê jî ev daxazî qebûl kir.

Dilêr Ebdula, da zanîn, her wiha biryar hat dayîn tîma fûtbolê ya Barcelona yariyên hevalînî digel tîmên Kurdistanî bilîze û li hember vê jî 2 milyon dolar û xercê rêya wan jî bê dayîn.

Tê zanîn, beriya niha, şandeke klûba Real Madrîd a Spanyayê jî serdana bajarê Silêmaniyê kiribû û biryar dabûn, li Silêmaniyê navendeke fêrkirina fûtbolê li bajêr ava bikin.

AKnews
 

Diğer Haberler