Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
“Barzanî bi piştgiriya Tirkiyê serxwebûnê radigihîne”

“Barzanî bi piştgiriya Tirkiyê serxwebûnê radigihîne”

25 Temmuz 2012 Çarşamba 17:47
Rêveberê Enstîtuya Pêşvebirin û Demokrasiyê ya Iraqê egera dirustkirina dewleteke kurdî di van şert û mercên niha de dûr nabîne û dibêje, Barzanî wî karî bi piştgiriya Tirkiyê dike.

Rêveberê Enstîtuya Pêşvebirin û Demokrasiyê ya Iraqê egera dirustkirina dewleteke kurdî di van şert û mercên niha de dûr nabîne û dibêje, Barzanî wî karî bi piştgiriya Tirkiyê dike, lê Talebanî û Goran li ser serxwebûna Kurdistanê, li gel Barzanî ne hemfikir in.

Rêveberê Enstîtuya Pêşvebirin û Demokrasiyê ya Iraqê li Londonê Xesan Etiye di hevpeyvînekê de li gel kanala France 24, ragihand: “Herêma Kurdistanê bi serokayetiya Mesûd Barzanî gihiştiye wê baweriyê ku niha derfeteke zêrîn e ji bo dirustkirina dewleta kurdî, helbet ev ne nêrîna hemû kurdan e, çiku nêrîna Celal Talebanî û tevgera Goran cuda ye.”

Xesan Etiye got jî: “Ev bûyerên niha yên Sûriyê, wisa kirine serokê Herêma Kurdistanê serxwebûnê bêyî razîbûna Tirkiyê îlan neke, ji bo vê mebestê jî gelek tenazulat pêşkêş Tirkiyê kirine, wek vekirina deriyê hilberîna Tirkiyê li Kurdistanê ku gihiştiye 14 milyar dolaran. Her wek çawa tenazulatên girîng ji wan re kirin derbarê bajarê Mûsilê, niha helwesta Herêma Kurdistanê li gel Mûsilê hemfikir e li gel a Tirkiyê.”

Navbirî herwiha got jî: “Mesûd Barzanî piştgiriya Tirkiyê pêwist dibîne, çiku bi vî rengî piştgiriya Emerîka bi dest tîne. Rewşa ku vêga Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, wisa kiriye ku Barzanî li dewleta kurdî bifikire, lê Talebanî hest dike piştî wê serdestiya Barzanî dibe zengilekî bi xof ji wan re, lewma helwesteke cuda nîşan dide li hember wê pirsê, her lewma li navendên Silêmaniyê wê pêngava Barzanî rexne dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara Newrozê de, derbarê serdestî û tekperestiya Malikî bi tundî peyvî û soz da, ger guherîn di wê sîstemê de neyên kirin ku ber bi dîktatoriyê diçe, dê biryara çarenivîsê bixe destê gelê kurd.       

France 24 / Rûdaw

Diğer Haberler