Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî bi serkirdeyên kurdên Sûriyê re dicive

Barzanî bi serkirdeyên kurdên Sûriyê re dicive

05 Temmuz 2012 Perşembe 22:51
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro bi berpirs û serkirdeyên hêzên kurdên Sûriyê re bicive ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmên rojavayê Kurdistanê.

Hinek jêderên serwext ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê îro bi berpirs û serkirdeyên hêzên kurdên Sûriyê re bicive ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li herêmên rojavayê Kurdistanê.

Tê zanîn di vê hefteyê de 3 kes li herêma Efrînê hatine kuştin ku yek jê (Çekdar) berpirsê leşkerî yê Komîteyên Parastina Gel yên li ser Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya nêzîkî PKKê, ve ne.

Çavkaniyeke agahdar ragihand ku li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh êvarê serokê PYDê Salih Muslim digel şandeke Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê gihişt Hewlêrê.

Çavkaniyê da zanîn ku ew şandeya han ji serokê PYDê Salih Muslim û herdu hevserokên Encûmena Gel, Ebdilselam Ehmed û Sînem Mihemed pêk hatiye.

Herwiha çavkaniyê diyar kir ku ew ê di civîna bi Mesûd Barzanî re rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û pêşketinê li dûv kongreya Qahîreyê gotûbêj bikin.

Ji aliyê xwe ve, endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi herdu encûmenan re be, ENKSê û Encûmena Gel a PYD.

Endamê ENKSê got naveroka civînê dê li dor alozî û kêşeyên vê dawiyê di navbera aliyên kurdî de rûdane de be.

Hêjayî gotinê ye ku di meha borî de, bi serpereştiya nûnerê taybet yê serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî, peymaneke hevkariyê di navbe ra herdu encûmenan de ku hêzên serekî ne li Rojavayê Kurdistanê hatibû morkirin taku bi hevre kar û xebatê bikin û kêşe û arîşeyan çareser bikin û aştiya navxweyî biparêzin.

Rûdaw / Mîdyanews

Diğer Haberler