Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî Bona Konferansa Kurd Tê Tirkiyê

Barzanî Bona Konferansa Kurd Tê Tirkiyê

18 Nisan 2012 Çarşamba 19:20
Barzaniyê ku dê were Tirkiye, dê bi Serokwezîr Erdogan û Wezîr Dawûtoglu re bicive.

Serokê herêma kurd Mesût Barzanî, piştî serdana Amerîka, roja pêncşemê tê Tirkiye. Serok Barzanî dê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglu û alîkarê serokomarê Iraqê Tarik Haşîmî re bicive.

Serokwezîr Erdoğan sibê bi Mesut Barzanî re di ofîsa xweya li Dolmabahçeyê de dê hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de mijarên herêmê dê bên rojevê. 

Bi taybetî jî piştî vekişanîna eskerên Amerîkayê pevçûnên ku li Iraqê dest pê kirin, wê mijara  herî giring bibe.

Tê çaverê kirin ku Serokwezîr Erdoğan jî fikir û ramanên xwe yên ji bo asayiya Iraqê wê diyar bike. Recep Tayyip Erdoğan, daxwazên xwe yên ku ji bo pevçîn venegerin şerê mezhebî, hewcetiya gavên girîng wê bîne ziman.

Di hevdîtinê de mijareka girîng ya din jî, alîkarê serokkomarê Iraqê Tarık el-Haşimi ye. Li ıraqê derheqê Haşîmî e biryara girtinê hatibû dayîn. Ji bilî vê, pevçûnên ku li Sûriyê didome jî di rojeva Erdoğan û Barzanî de wê cih bigire.

Li gor çavkaniyan di çarçoveya konsepta nû de, dê serok Barzanî bona agirbestê bangî PKKê jî bike. Di vê navberê de, dê mijara konferansa kurd jî were rojevê. ji bilî van, mijarên weke polîtîkayên herêmî, serdana Amerîka jî dê bê rojevê. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler