Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî digel Demîrtaş û Ehmed Turk civiya

Barzanî digel Demîrtaş û Ehmed Turk civiya

20 Nisan 2012 Cuma 18:05
Hat ragihandin ku di hevdîtinan de mijarên PKK, Suriye û rewşa Iraqê hatine axaftin.

 Serokê Herema Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro bi Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Wezîrê Karê Derve Ahemet Davutoglu, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk re civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de mijarên PKK, Suriye û rewşa Iraqê hatine axaftin.

Li gorî medya Tirkiyê, Serokê Herema Kurdistanê, Mesûd Barzanî ku ji bo hin rêzehevdîtinan bike pêr hatibû Tirkiyeyê, piştî li Stenbolê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hat cem hev, derbasî paytext Enqereyê bû. Barzanî di çarçoveya serdanên xwe de pêşî bi Wezîrê Karê Derva Ahmet Davutoglu re hat cem hev. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên wezaretê hatine girtin di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hatiye lidarxistin de mijarên; PKK, Suriye û krîza di navbera Hewler û Bexdayê de hatine nîqaşkirin.

Piştî Davûtoglu Barzanî û heyeta pêre ji aliyê Serokomarê Tirk Abdullah Gul ve li Qesra Çankayayê bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin. Hevdîtina Baraznî û Gul, ji çapemeniyê re girtî hat pêkanîn. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijara ‘Têkoşîna li hemberî PKK’ê’ hatiye nîqaşkirin. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehatin dayîn.

Barzanî, piştî Gul rêze hevdîtinên xwe bi Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk re domand. Hevdîtin li Sheraton Otel a Enqereyê pêk hat. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Demîrtaş, piştî hevdîtinê li ber deriyê otelê daxuyaniyek kin da û ev tişt anîn ziman: “Me li ser mijarên rojane sohbet kir. Tu rojevên me ên taybet tune bûn.” Demîrtaş pirsên rojnamevanan jî nebersivand.

 AKnews

Diğer Haberler