Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî: Eger rewş li Iraqê nehê guhartin dê hilbijardeyeke din hebe

Barzanî: Eger rewş li Iraqê nehê guhartin dê hilbijardeyeke din hebe

13 Haziran 2012 Çarşamba 14:16
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) li Iraq kir û pêşhateyên dawî yên li Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr, 13 Hezîran – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) li Iraq kir û pêşhateyên dawî yên li Iraqê gotûbêj kirin.

Li gor malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, duhî, sêşem 12ê hezîrana 2012ê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Martin Kupler Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) li Iraq kir.

Di hevdîtinê de, guhertinên siyasî yên dawî yên Iraqê li ber ronahiya raxistin û pêşveçûnên niha û bandora wan ya li ser pêvajoya siyasî û paşeroja welat hate nirxandin.

Serokê Herêmê ronahî xiste ser hevdîtinên berdewam yên li gel aliyên siyasî yê beşdarê hevdîtinên Hewlêr û Necefa Eşref bûbûn bi navê derketina ji wê tengasiya siyasî ya ku duçarî Iraqê bûye, bi berev gihandina pêvajoya siyasî û karwana demokrasî ji bo kenara aram.

Barzanî ji bo wan hêzên Iraqî yên ku dixwazin rê li dîktatoriyetê bigrin piştgîriya xwe jî dupat kir û bal kişand li ser wê yekê ku eger ew hêz bi vê rewşa niha ya Iraqê razî bûn wê demê gelê Kurdistanê neçar dibe hêviya xwe bi hilbijardeyeke din bibe.

Ji aliyê xwe ve Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî amadehiya Neteweyên Yekgirtî ji bo yarmetîdana Iraqê ji bo ku ji vê pêvajoyê derbas bibe dupat kir.

(AKnews)
 

Diğer Haberler