Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî: Ez bi hevdîtina ligel birêz Ocalan keyfxweş im

Barzanî: Ez bi hevdîtina ligel birêz Ocalan keyfxweş im

05 Ocak 2013 Cumartesi 15:40
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew bi hevdîtina parlamenterên BDP’ê ya ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan keyfxweş e.

Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi hevdîtina ku li Îmraliyê ligel birêz Abdullah Ocalan hatî encamdayîn pir keyfxweş û geşbîn e. Ew wekî pêngavekî erênî û mezin bi nav dike. Em hêvîdarin ku ev bibe despêkek ciddî û ber bi çareseriyeke aştiyane ve biçe. Bibe sedema bi dawîhatina şer, şiddet û ji bo li Tirkiyê bigihin çareseriyekî aştiyane ya ji bo doza kurd.”

Roja pêncşema borî (03.01.2013) parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, hevserokê KCD’ê û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk serdana rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û ligel civiyan. Piştî ku Ocalan 15.02.1999’an hat girtin û şûnde, cara yekeme siyasetmedar an jî parlamenter dikarîn serdana wî bikin û hevdîtinê ligel encam bidin.(Rûdaw)

Diğer Haberler