Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî: Ez ê banga referandumê bo gelê kurd bikim

Barzanî: Ez ê banga referandumê bo gelê kurd bikim

10 Nisan 2012 Salı 19:05
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku bi daxuyaniyên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) Barak Obama kêfxweş bû û ew ê banga referandumê bo gelê kurd bike.

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku bi daxuyaniyên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) Barak Obama kêfxweş bû û ew ê banga referandumê bo gelê kurd bike.

Di hevpeyvîneke berfireh û dûrûdirêj de rêzdar Mesûd Barzanî ji rojnameya “el-Hayat” ya bi navûdeng re ra û boçûnên xwe derbarê aloziya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkera kir.

Barzani's visit to WashingtonBarzanî derbarê encamên hevdîtinên bi Barack Obama û cîgirê wî Coe Biden re got, “Min dîtinên xwe bi hûrikî bo wan şîrove kirin… tiştê min ji wan bihîstî ez dilşad kirim û baweriya min pê hat ku helwesta DYA bo Iraqeke demokrat û federal aşkera ye û ew pêgirê wê helwestê ne û wan tekez kir ku ew pêgir in bi Kurdistan û gelê Kurdistanê û ev ji bo min tiştekî giring e.”

Rêzdar Barzanî diyar kir ku pêşniyaz wî û ya Obama û Biden jî ku hemû serkirdeyên Iraqê li hev kom bibin bo xelaskirina Iraqê û ew razî nabin rewş wiha bimîne û wiha domand:

“Iraq berev karesatê diçe, vedigere sîstema dîktatorî… Me hemûyan xebat kir, hemû iraqiyan xebat kir û hêzên siyasî rûbirûyê rejîma Sedam bûn û qurbaî di xebata xwe de dan, bi yekcarî nabe desthilat bê qorixkirin.”

- Yan çareserî yan her kes di rêya xwe de

Derbarê pirsa pêngava piştî civînê dê çi be, Serokê Herêma Kurdistanê got, “Sema ez vegerim Kurdistanê ez ê banga civîna hemû serkirdeyên Iraqê bikim ji bo nîqaşkirina rewşa Iraqê bi berpirsane, yan dê çareseriyeke binecî hebe yanî her kes dê di rêya xwe de biçe.”

Sebaret beşdarkirina Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî di vê civînê de, Barzanî got, “Em civînekê dixwazin ji bo girêk bihêne vekirin û rewş çareser bibe, eger Malikî razî nebû di civînê de hazir bibe, em jî mayîna wî di desthilatê de qebûl nakin.”

- “Artêşa li pey kesekî be, metirsî ye”

Barzanî li ser mezinbûna artêşa Iraqê jî got, “Destûr dibêje, artêşa Iraqê bo hemû gelê Iraqê ye û bi hevsengî, divê hejmara şaxên wê 5-6 bin, lê niha 16 şaxên wê hene, zêdebarî yekîneyên taybet û hemû girêdayî ofîsa Malikî ne… û ew li ser kultûra pêbaweriya bi kesekî tê avakirin û ev jî karesat e.”

Serokê Herêmê got ku di civînekê de û bi amadebûna Malikî hatiye gotin, ew ê bi firokeyên F16 û panzeran kurdan dîsan ji Hewlêrê derxin, wî ew gotin red nekirine, “lewma divê ev hewldanên metirsîdar bo vegera dîktator rawestin.”

Barzanî derbarê li hêvkirina wî serokomarê Iraqê Celal Talebanî li ser helwesta kurdan got, “Dibe dîtinên me bo çareseriyê ne wekhev bin, lê di encamê de ti nakokî di navbera me de nînin.”

- “Ez ê banga referandumê bo gelê kurd bikim”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku ew dê hemû hewlên xwe bike bo sazkirina civîna amajepêdayî, “Lê eger civîna saz nebû û her aliyekî ji xwe bihaneyeke dît, ne ez û ne gelê kurd amade ye li benda sozên bêbinî bin… ez ji rijd im di vê babetê de, dê vegerim gelê kurd û referandumê bikim.”

Li ser pirsa ka dê referendum li ser dewleta kurdî be Barzanî got, “Bi baweriya min ji vê aşkeratir ez nikarim bêjim, her encam çi be em qebûl nakin sîstema dîktator vegere Iraqê, eger me nikarî êşiya diktator bigirin, em ê ne ligel Iraqeke bi sîstema dîktator bin.”

(AKnews)
 

Diğer Haberler