Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Barzanî got ger hûn yekbin ezê hemû arîkariyê ligel we bikim’

‘Barzanî got ger hûn yekbin ezê hemû arîkariyê ligel we bikim’

08 Temmuz 2012 Pazar 18:51
Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan, PYD û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd a li Sûriyê (ENKS) civiya.

Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan, PYD û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd a li Sûriyê (ENKS) civiya. Berpirsê ragihandina El-Partî Nûrî Brîmo derbarê ve hevdîtinê de ji Rûdawê re got: “Barzanî ji me re got, ger hûn yek bin ezê hemû arîkariyê ligel we bikim û nahêlim hûn hewceyî ti kesekî derve bibin.”

Duh serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel hevserokê PYDê Salih Mislim û hevserokên Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û Evdilselam Ehmed civiya. Herwiha Barzanî ligel şanda ENKSê jî hevdîtinek pêkanî.

Nûnerê ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nûrî Brîmo derbarê hevdîtina wan a ligel Barzanî de, ji Rûdawê re got: “Bi awayekî gitşî civînên bi vî awayî pir başin û em spasiya serokê Herêma Kurdistanê dikin ku partiyên rojavayê Kurdistanê bi vî awayî li hev kom bikin. Ji bo bi hev re li mêzeyekê rûnin û pirsgirêkên xwe yên navxweyî  yên di warê siyasî û dîplomasî de çareser bikin. Em pir giringiyê didin van hevdîtinan.”

Birîmo di berdewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku em hêvîdarin wê rewşa navbera aliyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê ber bi aramiyê ve biçe û wê nakokî kêm bibin; “Ger nêzîkbûnek navbera PYD û ENKSê de ne bi dilê me be, wê demê durbûn jî wê kêm bibe. Em hêvîdarin ku nêzîkbûn çêbibin.”

Nûrî Birîmo derbarê pêşniyarên Barzanî yên ji bo wan de jî axivî û got: “Birêz Barzanî ji me re got, ger ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê yek bin û ji hev têbigihin, ez nahêlim hûn di hemû waran de hewceyî tû kesekî derve bibin. Ezê hemû alîkariyê ligel we bikim. Ger we nekarî vê yekê bikin jî, ne ez bi tenê, kesek nikare tiştekê bi we bike.”

Berpirsê ragihandina El-Partî diyar kir ku ji bo nakokiyên navbera kurdan de nemenin, Barzanî pêşniyar ji me kir ku em girêdayî reşnîvîsa ku me berê bi hev re amadekirî rawestin.

Birîmî bilêv kir ku Barzanî bal kişandiye ser pirsgirêkên li Efrînê û girtina çend kesan û got: “Barzanî anî ziman ku divê ew girtî bên berdan. Divê yan ew xwepêşandanên çekdarî nemênin an jî bi hev re bi şirîk bin.”

Berpirsê ragihandina El-Partî Birîmo anî ziman ku tişta me fêmkirî ew e ku em bi hev re bin û ji bo em bikarin tiştekê bikin. Birîmo got: “Di hevdîtinan de her kesê bi eşkere diaxivî û ti tiştek ne dihat veşartin.”

Nûrî Birîmo anî ziman ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rolekî dîrokî dileyîze û got: “Ji me re tiştên pir sûd gotin û hêvî dikim ku em herdu alî sûd jê werbigrin.”

Îro jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel ENKS, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistan û PYDê dicive. Nûrî Birîmo derbarê vê hevdîtinê de jî got: “Wê bi hev re civatek baş û giştî çêbibe.”

Rûdaw

Diğer Haberler