Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî, Gül û Davutoğlu Re Hate Ba Hev

Barzanî, Gül û Davutoğlu Re Hate Ba Hev

20 Nisan 2012 Cuma 17:43
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî li Enqerêyê ye. Barzanî ewil bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hat ba hev. Pişt re jî, Barzanî û Serokkomar Abdullah Gül, li Qesra Çankayayê hatin ba hev.

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî, pêwendiyên li İstanbulê qedand û duh bi şev bi balafirekê taybet hat Enqerê.

Mesûd Barzanî dest bi pêwendiyên îro kir. Ewil bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hat ba hev. Davutoglu Barzanî li ber deriyê mêvanxaneya wezareta karên derve pêşwazî kir. Piştî dîmen girtina endamên çepemeniyê, Davutoglu û Barzanî derbasî hundir bûn û dest bi hevdîtinê kirin.

Serokkomar Abdullah Gul Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî qebûl kir. Barzanî piştî pêwendiya xwe ya li Tirkiyeyê qedand, ji Tirkiyeyê veqete.

Tevkariya li dijî terorê de hevkarî, qrîza Sûriyê û gengeşiya mezheban a li İraqê, weke mijarên sereke, di rojeva Barzanî de cih digire.  Duh li İstanbulê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Barzanî qebûl kiribû û Muşteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî beşdarî vê qebûlê bûbû.  Ji bilî vê, li İstanbulê Barzanî û Alîkarê Serokkomarê İraqê Tarik El Haşîmî hatibûn ba hev. (xeberenkurdi)

Diğer Haberler