Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Barzanî: Kurd dibin xwediyê dewleta xwe

Barzanî: Kurd dibin xwediyê dewleta xwe

06 Mart 2017 Pazartesi 02:18
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: Mafê kurdan heye ku bibin xwediyê dewleta xwe”.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel rojnameya La Stampa ya Îtalyayê de ragihand, “rewşa niha ya Rojhilata Navîn dişibihe rewşa Çekoslovya û Yugoslavyayê” û tekez kir, her “weke ku çawan gelên rojhilatê Ewropayê bûne xwediyê dewleta xwe, Kurdan jî mafê wê heye ku bibin xwediyê dewleta xwe”.

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameya La Stampa ya îtalyayî, Maurizio Molinari li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hevpeyvînek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re saz kiriye.

Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de, li ser rewşa dawîn a Iraqê, Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û deverê bi giştî bersiva pirsyarên rojnameya La Stampa daye.

Rojnameya La Stampa hevpeyvîna bi Barzanî re, bi sernava, “Barzanî: Iraq bi dawî hat, em kurd dê bibin xwediyê dewleta xwe" weşandiye.

Rêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameya îtalyayî amaje bi rewşa Iraqê û berdewambûna pevçûnan û şerê DAIŞê kiriye û ji Barzanî pirsiye, “Iraq dê weke dewleteke yekgirtî bimîne yan dê ji bo çend dewletên netewî parçe bibe?”

Serokê Herêma Kurdistanê di bersivê de dibêje: “Daxwaziya ji bo parastina yekparçeyiya Iraqê heye, lê belê bi rastî di dema niha de, ji ber pirsgirêkên ku îmkana çareserkirina wan nîne, weke dabeşkirî tê xuyakirin. Sunnî û Şîe, 1400 sal in ku şerê hev dikin û em Kurd qurbaniyê wî şerî ne. Ji bo pêkvejiyaneke nû pêwîstî bi formuleke nû heye”.

Herwiha li ser pirsyara, eger Kurdistana Iraqê bibe dewleteke serbixwe, ew yek dê bandoreke çawan li ser aloziyên navbera Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdiyê bike, Mesûd Barzanî wiha bersiv dide:

“Serxwebûna Kurdistanê ji bo îstîqrara wê herêmê dê bibe derfet. Em têra xwe xwînrijandin û bê edaletî dît. Civaka me, girêdayî serweriya hiqûqê, rêzgirtina bingehên demokratîk, pêkvejiyana nasnameyên cuda û piraniya partiyan e. Em dikarin bibin alîkarê kêmbûna krîzan û pevçûnên li Rojhilata Navîn. Ew yek bi qazanca her kesî ye”.

Di beşeke din a hevpeyvînê de, rojnameya La Stampa derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de ji Barzanî dipirse.

Li ser pirsyara, “gelo Herêma Rojava ya li Sûriyê di kontrola şervanên YPGê de ye, xweseriya we dikare ji bo wan rê li ber modêleke wisa li Kurdistana Sûriyê veke?” Serokê Herêma Kurdistanê radigihîne: Ew yek dikarî pêkhatiba lê belê mixabin ew derfet ji dest çû.

Mesûd Barzanî amaje bi sedemên wê yekê dike û wiha dibêje:

“Çimku YPG, alîkariya PKKê ku li gelek welatan weke rêxistineke terorîstî tê naskirin, qebûl kir. YPGê herwiha alîkariya ji rejîma Beşar Esed jî qebûl kir. Ewan bijardeyan, em û ew ji hev dûr xistin. Hêj ez hêvî dikim ku ew hizrên xwe biguherînin, lê belê ew siyasetên şaş paşeroja kurdên Sûriyê dixin metirsiyê, tenê bi kêrî PKKê tên”. (Rûdaw)

Diğer Haberler