Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî li Davosê bi gelek lîderên cîhanê re civiya

Barzanî li Davosê bi gelek lîderên cîhanê re civiya

26 Ocak 2013 Cumartesi 00:21
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li kêleka civîna aborî ya Davosa Swîsre bi serokwezîrên Holland û Lubnanê, wezîrê derve yê Swîsre û şanda Kongreya Amerîka û serokê Xaça Sor a Navdewletî re civiya.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê (krp.org), serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di roja duyem a civîna Davosê de bi serokwezîrê Hollanda û şandeke Kongreya Amerîka, wezîrê derve yê Swîsre û serokwezîrê Lubnanê û serokê Xaça Sor a Navdewletî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeyê di hevdîtinên han de pêwendiyên Herêma Kurdistan û welatên navbirî hatine gotûbêjkirin, her wiha serokê Xaça Sor a Navdewletî kêfxweşiya ji alîkariya Herêma Kurdistanê bo penaberên Sûriye û kurdên rojavayê Kurdistanê û asankarî bo serdana girtîgehên Kurdistanê nîşan daye.

Di nûçeyê de hat gotin ku serok Barzanî jî kêfxweşiya li hember helwesta xaça sor nîşan daye û diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê dê li ser alîkarî û asankariyên xwe berdewam be û gotiye ku li Kurdistanê de tu girtiyeke siyasî nîne.

Her wiha hat zanîn ku serokê Xaça Sor a Navdewletî vexwendina Barzanî bo Kurdistanê qebûl kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî roja yekşemê (20.01.2013) ber bi Ewrûpa ve birê ketibû.

Civîna aborî cîhanî her sal li bajarê Davos ê Swîsre tê sazkirin. Di civîna îsal de 2500 kes ji 100 welatên cîhanê beşdar bûne.

Herêma Kurdistanê jî cara yekem e ku bi fermî beşdarî civîna Davos dibe.

Ji bilî Barzanî, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Îmad Ehmed, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê, Felah Mustefa û wezîrên plandanîn û jêderên sirûştî beşdarî civînê bûne.(Rûdaw)

Diğer Haberler