Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî ligel serokwezîrê Qeterê civiya

Barzanî ligel serokwezîrê Qeterê civiya

07 Kasım 2012 Çarşamba 05:49
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Qeterê ligel serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim Cebil Al Sanî li paytext Dohayê civiya.

Ajansa Nûçeyan a Qeterê Qena’e diyar kir ku di civînê de wezîrên Qeterê xêrhatina şanda Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku serdana wî ji bo hevkarîkirinekî berfireh a navbera herdu aliyan de rê xweş bike.

Li gor heman çavkaniyê di civîna navbera serokê Herêma Kurdistan û serokwezîrê Qeterê de peywendiyên herdu aliyan, mekanîzmeya berfirehkirin, pêşveçûn û pirsên giring ên hevbeş hatin guftûgokirin.

Malpera Kurdistan TV di nûçeyeke xwe de belav kir dibe ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê serdana xwe de tevlî civîna taybet li ser gûftûgokirina rewşa Sûriyê ya li Dohayê didome bike.(Rûdaw/Ajans)

Diğer Haberler