Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanya kir

Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanya kir

04 Haziran 2012 Pazartesi 05:09
Mesûd Barzanî, li ofîsa xwe ya Selahedînê, pêşwaziya balyozê Brîtanya li Iraqê, ku erka wî li Iraqê bi dawî bû, kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, li ofîsa xwe ya Selahedînê, pêşwaziya balyozê Brîtanya li Iraqê, ku erka wî li Iraqê bi dawî bû, kir.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, serok Barzanî, îro pêşwaziya balyozê Brîtanya li Iraqê, Michael Aron kir.

Di hevdîtinê de, Aron, ku erka wî li Iraqê bi dawî dibe, spasiya Barzanî kir ku di heyama ku li Iraqê bûye, hevkariya wî kiriye.

Aron, diyar kir, di bin rêvebiriya serokê Herêma Kurdistanê de kariye gavên baş bavêje.

Barzanî jî, hêviya serkeftinê bo balyozê Brîtanya xwest.

Di beşek din a hevdîtinê de, li ser alozî û arîşeyên vê dawiyê yên Iraqê hat axaftin û her wiha cext li ser geşedana têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya hat kirin.

AKnews
 

Diğer Haberler