Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî: Pêwîst e em hemû bijardeyan bixin ber çavên xwe

Barzanî: Pêwîst e em hemû bijardeyan bixin ber çavên xwe

30 Mayıs 2012 Çarşamba 00:08
Serokê Herêma Kurdistanê di civîna digel serokên fraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê got ku kurd nabin teref di milmilaneyên tayîfî de, lê di milmilaneya siyasî de, teref in û pêwîst e hemû bijardeyan bixin ber çavên xwe.

Hewlêr, 28 Gulan - Serokê Herêma Kurdistanê di civîna digel serokên fraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê got ku kurd nabin teref di milmilaneyên tayîfî de, lê di milmilaneya siyasî de, teref in û pêwîst e hemû bijardeyan bixin ber çavên xwe.

Li gor malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, duhî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi amadebûna serok û cîgirê serokê parlamentoyê, li Selahedînê digel serokên fraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê civiya û rewşa dawî gotûbêj kirin.

Paşî serok Barzanî gelek bi hûrî tîşk xiste li ser pêşketinên dawî yên pêvajoya siyasî ya Iraqê, ew tengasiyên rastî wê dihên û çawaniya nêzîkbûna digel wan tengasiyan û got:

“Di vê Parlamentoya Kurdistanê di vî warî de rola xwe ya bi bandor bibîne. Tengasiya pêvajoya siyasî ya Iraqê tengasiyeke kûr e û vedigere bo çend salên beriya niha, tengasî jî ne şexsî ye, belku ya hatiye kirin aşkerakirina hebûna wê tengasiyê bûye. Em xwedî destûr in û pêwîst e hemû aliyek pêbendî wê destûrê bibe û pêbendnebûna hinek aliyan jî bi wê destûrê ew tengasiya niha afirandiye.”

Herwisa Serokê Herêmê, tîşk xiste ser rêkeftina Hewlêrê ya hikûmeta niha a Iraqê ji berhemên wê bûye, xwevedizîna aliyekî Iraqî ji wê peymanê, dijayetîkirina her tiştê pêwendî bi mafê gelê Kurdistanê ve hebe, çawaniya çûna şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û mohrkirina çend peymanan digel hikûmeta Bexdayê ku, ew peyman jî neketine di warê bicihkirinê de, peymanên neft û gazê û civînên vê dawiyê ya Hewlêr û Necefê zelal kirin.

Di derbarê metirsiyên gelê Kurdistanê jî, serok Barzanî got, “Em ji hizira birêvebirina niha ya welat ditirsin û divê ew hizir bête guhertin û hevpeymaniya kurdan jî digel birayên Şîe bi kesekî ve ne girêdayî ye, lê ew gelek ji wê mezintir e. Em bi heman çavî li pêkhatên din, yên ku baweriya wan bi mafê gelê Kurdistanê heye, dinêrin .

Barzanî tekez kir, “Em nabin teref di milmilaneyên tayîfî de, lê belê eger ew milmilanê bibe milmilaneya siyasî, hîngê em dibine teref û pêwîst e hemû bijardeyan bixin ber çavên xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê di civîna digel serokên fraksiyonên nav parlamentoya Kurdistanê dupat kir ku hêza wan di hebûna yekgotara Kurdistanê de ye û li ser asta meseleyên neteweyî û niştimanî jî tu hêzek nikare şertgirtinê (qumar) li ser têkdana wê yekgotarê bike.

(AKnews)
 

Diğer Haberler