Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Barzanî serdana Tirkiyê dike

Barzanî serdana Tirkiyê dike

18 Eylül 2012 Salı 10:51
Piştî qonaxa gihiştina derveyî welat, Barzanî wê serdana Tirkiyê bike û tevlî kongreya AKPê bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh (16.09.12) bi serdanekî fermî çû Ewrûpa û ji bo beşdarî çend kongre û konferansên navneteweyî bibe.

Endamekî civata serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê serdana Barzanî ya bo derveyî welat ji Rûdawê re got: “Barzanî wê serdana çend dewletên Ewrûpa bike. Berî dawiya vê mehê serdana Tirkiyê jî dike.” Ew endamê serkirdayetiya PDKê got: “Di vê serdana xwe de Barzanî wê biçe Tirkiyê û ji bo beşdarî kongreya AKPê bibe.”

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, armanca serdana geşta Barzanî ya bo Ewrûpayê ji bo çend serdanên fermî û beşdarbûna di zîrveya rêberên partiyên Lîberal-Demokrat ên Cîhanê (CDI) de ye. Zîrve di navbera rojên 21 û 22ê vê mehê de li paytexta Îtalya Romayê tê lidarxistin.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm di vê derbarê de ji Rûdawê re behsa geşta Barzanî kir û wiha got: “Li ser bingehê pejirandina çend vexwendinên navneteweyî hatiye danîn ku berî yek-du heman jêre hatibûn. Ji bo beşdarbûna kongreya navneteweyî ya CDI ku kongreyekî pir giringe û piştre jî wê Barzanî serdana Rûsye bike.”

Li gor nûçeyeke rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, AKP wê dawiya mehê kongreya xwe saz bike. Ji bo wê armancê jî serokên çend welatan hatine vexwendin, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo kongreyê hatiye vexwendin.

Di heman demê de rojnameya Turkish Daily û Yenişafak ên Tirkiyê tevî piştrastkirina wê nûçeyê, wiha nivîsandin: “Heta niha ne diyar Barzanî vexwendin pejirandiye yan na.”(Rûdaw)

Diğer Haberler