Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Barzanî û Bidên Rewşa Iraqê Nirxandin

Barzanî û Bidên Rewşa Iraqê Nirxandin

01 Eylül 2010 Çarşamba 19:35
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden tekez li ser beşdarîkirina tev aliyan di pêvajoya siyasî ya Iraqê de kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden tekez li ser beşdarîkirina tev aliyan di pêvajoya siyasî ya Iraqê de kirin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî Joe Biden ku niha bo serdanekê li Bexdayê ye di pêwendiyekî telefonî de di gel Mesûd Barzanî rewşa siyasî ya Iraqê nirxand.

Di vê pêwendiya telefonî da, Cîgirê Serokê DYA'yê û Serokê Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû de hizr û nêrînên xwe guhertin û her du aliyan tekez li ser pêkanîna hikûmetek niştimanî kirin.

Barzanî hêviya serketinê ji bo Biden xwest ku di hewlên xwe de bo pêkanîna hikûmetê dide û her du aliyan biryar dan ku pêwendiyên wan di vê derbarî de berdewam be da ku hemû aliyek hewl bidin Iraqê ji vê tengasiyê rizgar bikin.

AKnews

Diğer Haberler